DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Qirêjiya diçe çemê Menderesê 1.5 milyon masî kuşt

 
19 Ekim
09:21 2016

DENÎZLÎ (DÎHA) - Di 3 salên dawî de ji ber ava qirêj diçe ser Çemê Menderesa Mesin 1.5 milyon masî hatin kuştin. Ekolojîstan bang li rayedaran kir ku hestiyar tev bigerin.

Di salên dawî de ava çem û peravên deryayê gelek qirêj dibin. Ji ber bermahiyên fabrîqeyên li der û dorê çem û perafan diherikin nava ava perav û çeman sewalên ku di nava vê avê de dijîn mirar dibin. Li navçeya Çivril a Denîzliyê jî di Çemê Menderesê Mezin de ji ber bermahiya fabrîqeyan diherike ser avê gelek masî dimirin. Di çemê ku masiyên Sazan, marmasi, mercan û masiyê deqsor dijîn masî bi komî dimirin. Ji ber ava qirêj diherike ser Çemê Menderesê û oksijena avê qelas dibe masî bê oksîjen dimînin û bi komî dimirin. Her çend Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsa, Banga Bajaran û Şaredariya Çalê hevpar peymana avakirinaTesîsa Parzinandinê îmze kirin jî hêj tesîs nehatiye avakirin. Li gorî peymanê divê projeya Tesîsê di sala 2017'an de têkeve meriyetê. Tê gotin ku heta tesîs têkeve meriyetê dê hemû zindiyên di nava navê de mirar bibin.

Li taxa Gokgolê li Şîrketa Berhemên Avê ya Ozpeklerê li masîgehê heta niha 5 caran bi komî masî mirin. Hat diyar kirin ku heta niha di 44 hawizan de bi giştî 1.5 milyon masî mirin. Masîvanan diyar kirin ku di nava 3 salan de heta niha milyonek û nîv masî mirar bûn.

Li gori lekolîna Beşa Biyolojiyê ya Zaningeha Pamukkale ya Denîzliyê sedema mirina masiyan telêbûna bermahiyên fabrîqeyan û kêmbûna oksijenê ye.

Berdevkê Jiyana Çandî û Xwezayî Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku li Tirkiye li aliyekî HES gefan li jiyana xwezayî dixwin û li aliyê din jî fabrîqeyên ku tên avakirin xwezayê û ava çem û deryayan qirêj dikin. Karaçorlu, bang li hemû rayedaran kir û xwest li dijî komkujiya masiyan hestiyar tev bigerin. Karaçorlu, da zanin ku di 3 salan de 1.5 milyon masî mirne û xwest rayedar hestiyar bin.

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR