DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

‘Polîtîkayên enerjiyê zerarê dide turîzmê'

 
19 Ekim
09:01 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Ji Îskenderûnê heta Antalyayê seranserên rûbaran HES tê avakirin û santralên Nukleerê tên çêkirin. HES û nukleerên tên avakirin zerarek mezin dide turîzmê. Kesê karê turîzmê dike Tevfik Ovacık, polîtîkayên AKP'ê yên enerjiyê rexne kir û diyar kir ev polîtîkayên enerjî û aboriyê zerarê dide turîzmê.

Ji kendava Îskenderûnê heta Antalyayê seranserî Deryaya Spî li ser rûparan HES tên avakirin û Santralên Nukleerê tên sazkirin. Ji ber nexneya xwezayê tê xerakirin xweza û derdor zerarek mezin dibîne. Dîsa turîzm jî zerarê dibîne. Bi taybetî kesên karê turîzmê dikin zerarek mezin dibînin. Turîzmkar Tevfik Ovacik, diyar kir ku li herêmê turîsm di bin talûkeyek mezin de ye û wiha got: "Ger ku ev polîtikayên HES û santralên nukleerê bidome êdî kes ji bo turîzmê nayên vir. Avakirina santralên nukleerê û santralên HES'ê zerarek mezn dide aborî û turîzma herêmê. Ger ku tûrst neyên herêmê, di qada aborî de zerar mezintir e."

Ovacik, destnîşan kir ku di sala 1970'an de di qada turîzmê de Mersîn di pêşiya Antalyayê de bû û piştî Faqrîqeya kaxizan a SEKA hat avakirin pêşketina turîzmê kêm bû. SEKA rê li pêşketina turîzmê vekir. Niha jî projeya nukleerê tê avakirin. Ev projeyên nukleerê zerarek mezin didin turîzm û aboriya herêmê. Di heman demê de zerarê didin derdorê jî. Dîza xezaya bahrê jî xera dikin. Santralên HES, nukleer û termîkê xwezayê wêran dikin û talan dikin. Pêşeroja mirovan dixin nava felaketek mezin. Razemeniyên ku ji bo santralan li vir tên avakirin ji niha de zerarê didin derdorê. Ji ber ku ÇED baş û rast lêkolîn nake û rapor dide, singên Fore yên li binê bahrê tên çikilandin, avê şor dike û kîmyaya avê xera dike. Ji niha de ava zikê erdê xera dike û zerarê dide çandiniyê. Çandiniyê û jiyana xwezayî dixe bin talûkeyê.

Ovacik, destnîşan kir ku axa herêma Mêrsîn Edene, Osmaniye û Hatayê, li Tirkiye di qada çandiniyê de axa herî bi bereket û berhem e. Ovacik, herî dawî da zanîn ku ev herêm depoya tav û nebatên endamîk e û bi van santralan pêşeroja van tov û nebatan dikeve bin talûkeyê û tune dibin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR