DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Deltaya Goksuyê bi tunebûyînê re rû bi rû ye

 
18 Ekim
09:04 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Mêrsînê Yilmaz Kîlîm diyar kir ku, ji ber çêkirina bendav û HES’yên li ser Çemê Goksûyê, Delltaya Goksûyê bi tunebûyînê re rû bi rû ye û xwest dmeildest tevdîr bên girtin.

Deltaya Goksûyê ya li navçeya Sîlîfkeyê ya Mêrsînê ye, ji bo gelek giyaneweran jêderka avî ye û qadeke ku bi sedan çeşnên nebatî di xwe de dihebîne. Ev deltaya ku bi Peymana Navnetewî ya Ramsarê di bin parastinê de ye, di demên dawî de bi tunebûyînê re rû bi rû maye.

Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Mêrsînê Yilmaz Kîlîm dest nîşan kir ku, Deltaya Goksûyê ji aliyê dewlemendiya biyolojîk ve qadeke girîng e û da zanîn ku, ji ber faaliyetên çandiniyê, avasaziyê, erozyona peravî û bendav û HES’ên ku li ser Çemê Goksûyê hatine çêkirin, delta bê xwedî maye.

'HES, aluvyona deltayê asteng dike’

Kîlîm da zanîn ku, ji ber Santrala Hîdroelektirîk (HES) a ku li ser çem hatiye avakirin, aluvyonên ber bi deltayê ve tên veguhastin, tên astengkirin û got, ji ber vê erozyona peravî xwe dide der. Kîlîm texrîbata ku xwe dide der wiha vegot: “Qadên avî yên wek Paradenîz, Akgolê xesarê dibînin. Di heman demê de, ji ber faaliyetên çandiniyê û qenalên drenajê vahiya vir a xwezayî tê tarûmarkirin. Li hawirdora Deltaya Goksûyê pêşnûmayên wek santralên termîk, fabrîkayên çîmentoyê û santralên nukleerî hene. Ev li gel, guherandina tîna ava behrê û ji ber emîsyonên ku dê xwe bidin der dibin sedema qirêjkirina hewayê, koçberiya çûkan û li ser çeşnên giyanewerî bandoreke neyînî dikin. Ji ber vê em dikarin bibêjin, Deltaya Goksûyê bi talûkeyeke cidî re rû bi rû ye.”

'Xebatên parastinê tune ne’

Kîlîm da zanîn ku, li gel bicihneanîna divêtiyên parastina di Peymana Ramsarê de xwe didin der, arasteyî parastina Deltaya Goksûyê tu xebat jî tune ne. Kîlîm rewşa ku xwe dide der wiha vegot: “Delta, berê wek herêma ewleyî hatibû îlankirin. Ji aliyê Serokatiya Parastina Taybet a Herêman a girêdayî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve dihat kontrolkirin. Ji ber vê yekê, Deltaya Goksûyê bêxwedî ma.”

'Tiştên dê xwe bidin der meriv nikare texmîn jî bike’

Kîlîm dest nîşan kir ku, ji aliyê ekosîstema biyolojîk ve ji bo jiyan bidome qadên avî û delta girîng in û anî ziman ku, heke çeşndariya biyolojîk neyê parastin texrîbatên ku dê di ekosîstemê de xwe bidin der meriv nikare wan texmîn jî bike. Kîlîm got, divê demiltest ji bo vê tevdîr bên girtin.

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR