DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Karkerên Petrolê dest bi grevê kirin

 
17 Ekim
13:43 2016

ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê karkerên Sendîkaya Petrol Îşê, li hemberî taybetkirina TPAO'yê danek rojê dest ji kar berdan û dest bi grevê kirin.

Li Êlihê karkerên Sendîkaya Petrol Îşê, li hemberî taybetkirina Şirikiya Petrolên Tirkiyeyê ya Anomîn (TPAO) li ber avahiya Midûryeta TPAO'yê danek rojê dest ji kar berdan û dest bi grevê kirin.
Ligel sedan karkerên ku li ber avahiya sendîkayê kombûn nûnerên sendîkayê jî amade bûn. Karkeran dirûşmeyên "TPAO ya gel e û dê wisa bimîne", "Ev dengê lingê karkerane tê" û "TPAO xwedî li karkerên xwe derkeve" berzkirn û di meşê de pankartên "Şîşkoyê Enqereyê dijminê TP'ê", "serkeftin TP'ê mezin dike biçûk nake" û "TP ya gele nikare were biçûk kirin" hatin vekirin.

Piştî meşê Sekreterê Petrol Îşê Mustafa Tekîk axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva karkeran û li hemberî hemû pratîkên ku li dijîn gel pêk tênin. Tekîk, anî ziman ku ji bo nan, aştî, kar û zarokên xwe pêşerojekê bihêlin ew ê têkoşîna xwe bidomînin."

Serokê Sendîkaya Petrol Îşê Şehmus Kaygusuz da zanîn ku dixwazin petrolên Tirkiyeyê bi biçûkirin û taybetkirnê qûrbanî pergalê bikin û wiha axivî: "Hemû welatên cîhanê ji bo şîrketên petrolê xurt bikin xebatan didin meşandin lê Tirkiye bi polîtîkaya taybetkirinê petrolê qûrbanî pergalê dikin."

Piştî anek a grevê karker vegeriyan ser karê xwe.

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR