DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Masiyên Dîcleyê dimirin

 
17 Ekim
09:25 2016

AMED (DÎHA) - Ji ber Robarê Dîcleyê yê ku di demên dawî der qirêjbûna wê zêde bûye, kom bi kom mirina masiyan fikaran çêdike.

Li nêzî yek ji sembolên Amedê, Pira Deh Derî ku robarê Dîcleyê dibin re derbas dibe kom bi kom mirina masiyan fikaran çêdike. Kom bi kom mirina masiyan a di nva 15 rojan de welatiyan dixe nava fikaran û ji ber kêmbûna ava robar masiyên mirî bêhn didin. Welatiyên ku di her saetên rojê de pira dîrokî ziyaret dikin, diyar kirin ku dibe ji ber kêmbûna avê masî dimirin. Ji ber çopa ku ji aliyê welatiyan ve diavêjin robar, rengê robarê kesk bûye.

Xwediyê kargeha ligel pira dîrokî Fuat Polat diyar kir ku mirina masiyan hem ji ber qirêjiya derdor, hem jî ji ber ava ku ji bendavên Kralkizi û Devegeçîdî tên kêmbûne ye. Polat, anî ziman ku ev 15 rojin masî kom bi kom dimirin û wiha got: "Zanîngeha Dîcleyê jî çopa diavêje robar. Ji zaroktiya xwe ve ez masiyan ji robar digirim. Cureyên masiyan ên beriya çend salan didît em niha nabînin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku li hemberî mirina masiyan tedbîrekê bigirin."

Ekîbên DÎSK'ê yên bi mirina masiyan re ketin nava tevgerê ji masiyên mirî û golên biçûk mînak girtin û dê piştî lêkolînan sedema mirina masiyan bê zanîn.

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR