DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Bi çêkirina berikan hem çanda xwe diparêzin hem jî debara xwe dikin

 
17 Ekim
09:23 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Jinên bajaroka Dêrgulê bi çêkirina berhemên weke berik, merşik, tûrik û çelteyan him çanda xwe diparêzin him jî debara mala xwe dikin.

Li bajarokê Dêrgula Şirnexê jin bi çêkirina berhemên weke tûrik, çelte û berikan çanda hezaran salî diparêzin. Ji van berheman ya ku herî zêde jin pêre mijûl dibin berik in. Her wiha alavên weke çelte û tûrik jî, ji berikan tên çêkirin û di jiyana gundan ya rojane de bi kêrî gelek karî tên. Jina bi navê Saniye Parlak ku ev 25 sal in vî karî dike qala çêkirina berikan kir û got, ew ji dayika xwe fêr bûye û ew ê jî zarokên xwe fêr bike, da ku kevneşopiya çêkirina berikan neyê windakirin.

‘Di sê rojan de yekê diqedînim'

Parlak got ku ev bi salan e vî karî dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji ber ku kesekî/e ku ji min re bixebite nîne, ez tevahiya dema xwe bi çêkirina berikan derbas dikim. Bi vî awayî debara mala xwe dikim. Zehmetiyên wê hene, lê dema mirov berhemdariya keda xwe digire pir kêfxweş dibe. Ji ber ku ez pir ji karê destan, bi taybet çêkirina berikan hez dikim di sê rojan de yekê diqedînim. Ez li ber destê dayika xwe fêr bûme û ez ê her tim berdewam bikim. Berhemên ku ez çêdikim berik, çelte, merşik û ser cilên li ser pişta dewaran in.''

'Ez bi çêkirina berikan debara mala xwe dikim'

Jina bi navê Şîrîn Bengî jî ku nû dest bi çêkirina berikan kiriye keêfxweşiya xwe ya di dema karkirinê de anî ziman û wiha axivî: 'Min nû dest pê kiriye. Ez hem fêrî çanda xwe dibim û hem jî dema ku ez berikan çêdikim û di firoşim ez debara mala xwe jî dikim. Ev ji dayka fêr bûm. Di demeke kin de ez diqedînim û difiroşim, bi vî awayî em pêdiviyên xwe yên malê jî pêk tînin.''

(kom/no/red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR