DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Li Foçayê ava qirêj diherike behrê

 
17 Ekim
09:12 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - ÎZSU ku beriya niha bi talanên xwe yên xweza û çandê ketibû rojevê, derket holê ku niha jî li Yenî Foçayê di bin navê tesîsa parzînandinê de ava qirêj ber dide behrê. Welatiyên herêmê jî li hemberî qirêjiya li peravên behrê bi bertekin.

Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Îzmîrê (ÎZSU) beriya niha li Alîagaya Îzmîrê di bin navê kolandina kanalan de zirar dabû nirxên li Kyme Antîk Kentê û niha jî îmze avêt bin pêkanînek din a skandal. Tesîsa parzînandinê ya ku ji aliyê Şeredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Midûryeta Giştî ya ÎZSU'yê ve hatiye avakirin û bi 41 milyol TL'yê ku di kapesîteya 50 hezarî deye di bin navê "xebatên ceribandinê" de xistin faaliyetê.

Di çarçoveya projeyê de kanala valebûnê ya ava qirêj ku bi dirêjahiya 1 kîlometreyî ye temam ne bûye, ÎZSU ji bo fîrmaya ku parzînandinê dike li herêmê çemek hat pêşandan û ev du mehe ava qirêj ji çem diherike behrê.

Her wiha herêma ku ava qirêj diherikê, cihê ku welatî lê dikevin behrê ye û di nava plaja Sîteya Meltem ku yekane plaje li wir re derbas dibe. Ji ber ku tesîs parzînandina biyolojîk dike, azot û fosfor pêve hatiye girêdan û her çiqas tê îdîakirin ku vê ava qirêj ber dide cihê girtinê jî lê kesek derbarê ev ava ku tê deşarjkirin û diherike cihê bi sedan kes lê melevaniyê dikin û qirêjiya ku ava dike de tu daxuyaniyekê nade.

Welatiyan daxwazname dan şaredariyê

Ligel hemû îtîraz û daxwaznameyên ku waltiyên Foçayê dane şaredariyê jî valekirina ava qirêj a behrê berdewam dike. Berdevka Foruma Yenîfoça û walatiyê Foçayê Ezgî Levent, diyar kir ku ew dixwazin xebatên parzînkirina tesîsê bên sekirnan din, heta boriyên ku ava qirêj têre derbas dibe bên danîn, ava qirêj bi vîdanjoran li tesîsek din bê valekirin. Levent, anî ziman ku cihê pergala deşarzê ya di behrê de şaş hatiye hilbijartin û wiha got: "Destûr ne dan ku em derbarê mijarê de bi rêveberekê re hevdîtinê pêk bînin. Me daxwazên xwe bi daxwaznameyan ragihandin. Gotin ku dê di nava 3-4 rojan de bersivê bidin. Em bi 50 heval û parêzeran re li wir bûn. Ger em hena roja Duşemê bersivek erênî negirin, emê çalakiyên xwe bi domînin û em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin. Qirêjiyek bi bi çavan tê dîtin heye lê naxwazin vê qirêjiyê bibînin."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR