DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Anli: Em dê bi xwe aboriya xwe ava bikin

 
16 Ekim
12:44 2016

AMED (DÎHA) - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, diyar kir ku bi sed salan e li herema wan pergala rêveberiya xweser heye û ew dê bi piştevanî û şewirmendiya gelê herêmê aboriya xwe ava bikin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku ew dê bi Perspektifa Azadiya Jinê aboriya xwe ava bikin.

1'emîn Konferansa Aboriya Herêmî ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê amade kir, li Salona Şano ya Bajar a Şaredariya Amedê dest pê kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, nûnerên saziyên civakî yên Amedê, yekîneyên aboriyê, esanf û kooperatifên herêmê beşdarî konferansê bûn. Konferans rastî eleqeyek mezin hat. Dê divê konferansê de plan û projeyên aboriya 2017'an niqaş bikin û plan bikin.

Konferans bi hilbijartina diwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, diyar kir ku ew di roj û dema dîrokî re derbas dibin û hatina wan a ji bo nexşeya aboriya herêmê gelek girîng e. Anli, anî ziman ku yek ji sedemên êrîşên li dijî wan aborî ye û wiha got: "Bajarê Amedê bi sedsalan e bi pergala aboriyek xweser xwe bi rêve dibe. Beriya Komarê di qada aboriyê de Amed xwedî pergalek xweser bû. Di tarza konfederasyonê de xwe bi rêxistin dikir.

Di aliyê pîşesaziyê û pîşesaziya hevrişîmê de Amed gelek pêş ketibû. Amed ger ku îro di aliyê aboriyê de paşve mabe sedemên taybet hene. Çavkaniyên ku li Stenbolê tên razandin, ji bo Amedê nayên razandin. Razemeniya li Stnbolê têkirin 25 qatan bi qasî 25 bajarên me tê kirin. Dema mirov diçe Burdurê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) hemû qanalên avdaniyê xelas kirine, lê li bajarên me ne wisa ye. Em wekî şaredarî girîngiyek mezin didin aboriyê. Ji ber vê yekê me Serokatiya Daîreya Aborî û Maliyê ava kir. Me ji sedan welatiyan re çavkaniya kar û debarê ava kir. Me modelek nû ava kir. Me binesazî û rêxistinbûna aboriyê ava kir. Me hin projeyên xwe temam kirin, yên din jî liber temambûnê ne.

Me li Embarên Bismilê 236 dolum ji xizmetê re vekir. Li ser rêya Farqînê me 300 dolim zevî xist xismeta welatiyên ji Sûrê Koçber bûne. Ji bo welatiyên me karibin xwe bi xwe bi rêve bibin û debara xwe bikin em derfetê ji wan re ava dikin. Me li navçeya Pasûr û Pîrane xebat meşandin. Me darên Kizwanê teamandin. Me 14 hezar darên Kizwanê teamandin û kirin darên Fisteqan.

'Me aborî li Kurdistanê pêş nexist'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku di pêvajoyek wisa de niqaşa aboriyê gelek girînge û wiha got: "Divê hemû aborî di destê jinê de be. Divê aboriya li Kurdistanê bê pêşxistin û rêxistinkirin. Şert, merc û derfetên aboriyê pir zêde ye. Hem şaredarî û hem jî sazî di pêşxistina aboriya li Kurdistanê de em kêm man."

Guven, da zanîn ku ew de bi Perspektîfa Azadiya Jinê jiyanek nû ava bikin û li Kurdistanê pergalek nû ava bikin û wiha got: "Şaredarî ji bo me amûr in. Divê em van aborûran rast û baş bikar bînin. Li Kurdistanê ambargoyek gelek mezin heye. Em dê aboriya xwe bi xwe ava bikin û pêş bixin.

Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR