DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

HES'ê gund di bin avê de hişt

 
16 Ekim
09:17 2016

ISPARTA (DÎHA) - Projeya HES'ê ku bi biryara "Îstimlaka lezgîn" li ser Çemê Porsukê hat avakirin gundên herêmê di bin avê de hiştin. Welatiyan diyar kirin ku hemû zeviyên çandiniyê yên bi bereket tev di bin avêde man û şîrketa ku heqê wan nedaye wan gef li wan xwar.

Li Tirkiye projeyên HES'ê yek bi yek dikeve meriyetê. Her çend welatî û gundî li dijî avakirina HES'an nerazîbûn û bertekên xwe tînin ziman jî daxwazên wan li ber çavan nayên girtin û projeyên HES'ê yek bi yek dikeve meriyetê. HES'ên ku li ser çem û rûbaran dikeve meriyetê bi hezaran hektar zeviyên bi bereket di bin avê de dihêle. Dîsa gelek warên dîrokî û çandî di bin avêde dihêle. Bi hezaran welatî neçar dimînin ku ji cih û warên xwe koçber bibin. Niha jî Proeya HES'ê ya li ser Çemê Porsukê gund û zeviyên bi bereket di bin avê de hişt. Li gundên Daribuku-Kasimlar, ji aliyê Lijneya Sazkirina Piyasa Enerjiyê (EPDK) ku di lehê Şirketa Taç Yildiz de biryara "Îstimlaka Lezgîn" da û HES hatin avakirin. Hêj inşaata Bendavê nû dest pê kir, Şêwira Dewletê têkildarî biryarê li dijî EPDK'ê doz vekir. Lê hêj doz bi encam nebû, şîrketê xebatên HES'ê berdewam kir û HES xist meriyetê. Pişti inşaata HES'ê xelas bû gundê qada HES'ê di bin avê de ma.

Pêvajoya hiqûqî fiyasko ye

Piştî ku biryara "îstimlaqkirina lezgîn" hat dayîn EPDK ji bo bedela vvan cihên hatin îstimlaqkirin û mulk li ser navê wan bê tescîlkirin herî kêm di nava 6 mehan de divê doz bihata vekirin lê ligel ku li ser biryara îstimlaqkirinê de 4 sal derbas bû jî doz nehat vekirin. Ji bo mal û zeviyên gundiyan gelek kêm buha hat diyarkirin lê qada ku îstimlaqkirin tê kirin bendav tê çêkirin ku cih nehatine îstimlaqkirin, îstimlaqkirin ne mijara gotinê bû şîrketê erezî desteser kir.

Gundî hatin tehdîdkirin

Li herêma ku îstimlaqkirin nehat kirin malên ku li vî herêmê ne ji aliyê şîrketê ve bi awayekî neqanûnî hatiye desteserkirin, li şûna pere bidin gundiyan bi malên ku binesazî, ruhsat tuneye ve tê teqeskirin. Gundiyên ku ji ber vî rewşa neqanûnî serî li dadgehê didin jî ji aliyê şîrket û keyayê gund ve hat tehdîdkirin.

Welatiya bi navê Ummuhan Uysal a 76 salî diyar kir ku li vî gundî ji dayik bûye û mezin bûye debara xwe bi çandiyê ve dikin ji ber HES'ê qadên çandiniyê di bin avê de mane ji ber vê yekê jî êdî nikarin cihên xwe biçînin.

Uysal anî ziman ku heta ku mafên xwe bigirin dê reçin tu cihekî jî.

Kurê Uysal, Hasan Uysal jî anî ziman ku têkoşîna hiqûqî didome, doza xwe vekirine û wiha got: "Me doza xwe vekir, têkoşîna me ya hiqîqû didome. Rayedarên ku em bi wan re diaxivin gotin bi şîrketê re li hev bikin şîrmek ne mecbûr e ku ji bo we malê çêbike. Em jî ne mecbûr in mala xwe bidin."

Ji keya pêkûtila 'gund vala bikin'

Behiye Aybay a mal û axa xwe terikand diyar kir ku ji bo debara xwe cotkariyê dike, ji bo ku gund vala bikin keya pêkûtî li wan kiriye heke malê nedin dê bi zorê bidin dadgehê û bigirin wisa dibêjin wan tehdîd dikin.

(mae-sa)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR