DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Li Tirkiyeyê serav tê çandin, lê xubar şîn tê- ANALÎZ

 
16 Ekim
09:15 2016

RÊDÛR DÎJLE

AMED (DÎHA)
- Piştî Moody’s û S&P notê krediya Tirkiyeyê daxistin sewiyeya “çop”ê, niha hemû çav li benda nota Fîtch’ê ye. Aborînas û rexnegirên aboriyê diyar dikin ku, heke li Tirkiyeyê ji bo başkirina daneyên aboriyî, îstîkrara siyasî û polîtîk gav neyên avêtin, xuyaye dê Fîtch jî Tirkiyeyê daxe sewiyeya sergoyî û dê ber bi dawiya salê kaoseke dijwar xwe bide der.

Di pergala kûreyî de bandora saziyên derecekirina krediyê ji bo aboriyê girîng in û nikarin bên piştguhkirin. Heke saziyên derecekirina krediyê di asta veberhênaniyê de not bidin welatekî, ev not bi awayekî erênî bandorê li veberhênanî û deyndariyê dike. Çimkî dema tehwîl, fonên fînansmanî û fonên navnetewî yên wadedirêj li welatekî veberhênaniyê dikin, li wî welatî wek şert herî kêm li notdayîna du saziyên derecekirina krediyê dinihêrin. Heke li wî welatî not di asta “dikare veberhêniyê bike” de be, fonên navnetweyî bê şik û guman berê xwe didinê. Di vê çarçoveyê de dema meriv li Tirkiyeyê dinihêre, saziyên wek Moody’s û S&P’yê sewiyaya wê daxistine sewiyeya “çop”ê bi awayekî dîtir, sewiyeya ku nikare veberhênaniyê bike. Piştî van her du saziyan, Tirkiyeya ku êdî di pergala kûreyî û aboriya navnetewî de ji çav ketiye, heke ji barema notan a Fîtch Ratîngsê jî dakeve sewiyeya “çopê”, dê rastî bobeleteke aboriyî ku zor were ser hişê xwe bê. Di vî warî de aborînas û rexnegirên aboriyê diyar dikin ku piştî notên van her du saziyan aboriya Tirkiyeyê ya ku pêbawerîbûna wê berteraf bûye, heke ji aliyê Fîtchê jî rastî notekî neyînî bê, dê ber bi kaosekê ve biçe.

‘Nediyariya siyasî, erozyona sazûmaniyê, bindestiya ji sermayeya biyanî’

Di 23’yê îlonê de dema Moody’sê nota krediyê ya Tirkiyeyê ji “Baa3”yan daxist “Ba1” yanî daxist sewiyeya “çop”ê, wek sedem li ser sê xalên girîng rawestiya bû; zêdebûna nediyariya siyasî, erozyona sazûmaniyî û bengîtî yan jî bindestiya wê yî sermayeya biyaniyî dest nîşan kiribû. Vê bê îstîkrariya ku bi taybetî piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê û îlankirina OHAL’ê xwe da der, tesîreke zêde li ser aboriya Tirkiyeyê kir. Her çiqas hin partiyên siyasî di bin navê “nobetên demokrasiyê”, bi mîtîng û civînên wek ‘Yenîkapi, Beştepeyê’ tevgeriyan û nexwestin di raya navneteweyî de ev bê îstikrarî xwe bide der, lê portfoyuya wê li çapemeniya cîhanê wek portfoyuyeke bê îstîkrar xwe da der û hîn jî didome.

Piştî Moodys’ û S&P’ê, niha çav li nota Fîtchê ye

Di vê çarçoveyê de, piştî notdayîna Moody’s û S&P’ê li Tirkiyeyê niha çav li notdayîna Fîtch Ratîngsê ye û Fîtch hêdî hêdî ji bo welatan notên xwe yî dawî yên 2016’an aşkere dike. Fîtch a ku di 12’ê cotmehê de notê Tayvanê aşkere kir, ji barema nota krediyî bi awayekî wadedirêj ya di cinsê dovîzî û herêmî de ji sewiyeya “A+”yê derxistibû sewiyeya “AA-“ yê û her wiha bergeha wê jî wek “westadar”iyî dest nîşan kir. Piştî Tayvanê Fîtch duh notên Rûsya, Luksembûrg û Komara Çekê jî aşkere kirin. Fîtch ji barema notan, bergeha nota krediyê ya Rûsyayê bilind kir, ya Luksembûrg û Komara Çekê jî di sewiyaya berê de parast. Niha tê payîn ku Fîtch nota Tirkiyeyê jî diyar bike û dê ev bandoreke çawa li aboriyê bike.

Her çiqas piştî aşkerakirina Moody’s û S&P’yê li Tirkiyeyê hikûmet li dijî biryarên van saziyan bertek nîşan da bû û gotibû, aboriya Tirkiyeyê ne ew aboriye ku li gor nirxandinên çend saziyan têkeve hîzayê, lê aborînas û rexnegirên aboriyê berkesê vê diyar dikin. Aborînas dest nîşan dikin ku, dema li Tirkiyeyê rîskên polîtîk esas bên girtin, pêkane ku Tirkiye li gor welatên din ên bi pêş dikevin, bi prîma rîskî re rû bi rû bimîne. Lewre, her diçe TL bêqîmet dibe û ji ber çelqbûyîna piyaseyan di cinsê dovîzî de portfoyuya biyanî kêm dibe. Rexnegirên aboriyê dest nîşan dikin ku, dê ji ber vê biryarê fon tehwîlên tirk ên di dest xwe de bifiroşin û dê Tirkiyeyê biterikînin û heta notên Tirkiyeyê zêde nebin dê careke din ji bo veberhênaniyê neyên. Li gel vê analîst û stratejîstên Bankaya Veberhênaniyê ya Nomûrayê jî diyar dikin ku, dê herîkana pereyî ya ber bi Tirkiyeyê ve raweste, ji ber vê jî dê TL her biçe bêqîmet bibe. Her wiha tê diyarkirin ku, heke Fîtch Raytîngs jî nota Tirkiyeyê daxîne, ji ber dê êdî notekî wê yî ku bikaribe veberhênaniye bike nemîne, dê ev rewş jî rasyoya besbûyînî/kafî ya sermayeya bankayên tirk bitengijîne.

Gelo dê Fîtch di kîjan sewiyeyê de notekî bide Tirkiyeyê?

Ev çend sal e Tirkiye di warê analîz û nirxandinên aboriya navnetewî de, di lîsteya aboriyek şikestî û piştxûz de cihê xwe digire. Li gor analîst û rexnegiran sedema vê ya herî sereke jî, bengîtiya wê yî fînansmana derve ye. Di vê çarçoveyê de dema mirov li çend daneyên îstatîstîkî yên sereke ên Tirkiyeyê dinihêre bi awayekî aşkere dîmeneke negatîf xwe dide der:

*Di nîveka salê de ji bo zêdekirin û mezinbûna îstihdamê têketina veberhênanên biyanî bi qasî 2.2 milyar dolarî kêm bûye.
*Li gor daneyên TUÎK’ê bêkarîtî rêje ji sedî 10.2 ye.
*Ji bo sala bê divê 168 milyar dolar fînansmana derve bê nûkirin û 32 milyar dolar cariya vekirî, bi giştî pêdivî bi 200 milyar dolarî heye.
*Li Tirkiyeyê rêjeya teserûfê rêje ji sedî 14 ye, ku ev rêjeyeke zaf qels e. Çimkî ev rêje li Ewropayê bi awayekî nêvengî ji sedî 21 û li cîhanê jî ji sedî 25 e.
*Hikûmeta ku digot di nîveka dawî ya vê salê de hedefa wan î leza zêdebûn/mezinbûnê rêje ji sedî 4.5 e, piştî hat daxuyandin ev rêje ji sedî 3.9 e.
*Tirkiye di Endeksa Reqabeta Kûreyî de ji rêza 41’emîn daket rêza 51’emîn, di warê têkûzbûyîna sazûmaniyê de jî ji rêza 64’emîn daket rêza 75’emîn. Ku ev endeks ji bo saziyên derecekirina krediyê û veberhênaniya navnetewî faktoreke pir girîng e.

CDS’a Tirkiyeyê dîmeneke lawaz dide der

Her wiha yek ji van faktorên girîng jî pêşveçûyîna CDS (Credît Defaûlt Swap) bi awayekî dîtir prîma rîskê ye. CDS; li hemberî rîska nedayîna deynan, tevdîrgirtina maliyeta sîgortayî ye. Ferd, di dawiya wadeyê de ji bo rîska nedayîna metlûpê xwe ji holê rabike, di dest xwe de amrazên wek tehwîl, fînansmanî û hwd. digire. Lê CDS, di roja îroyîn de ji karên sîgortakirina veberhênaniyê bêtir, wek nîşaneyeke rîska welatan tê bikaranîn. Rîskên polîtîk û siyasî bi awayekî zêde bandorên volatîl li ser buhayên û guherîna rêjeyên CDS’ê dikin. Mînak; di dema destpêka bûyerên Parka Geziyê de CDS’a Tirkiyeyê li dor pûaneke 125’an bû, dema bûyer zêde domandin CDS’a Tirkiyeyê xwe gihand dora 245 pûanî. Her wiha di dema gendeliya 17’ê kanûna 2013’an de jî pûanê CDS’ê ji 188’an firiya bû sewiyeyke 248’î û şeva hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê CDS’ya ku di sewiyeya 224.76’an de bû piştî çend rojan 288.82’yan û niha jî 252.89 e.

Ji ber vê dema saziyên derecekirina krediyê notên welatekî diyar dikin, CDS’a wî welatî bi awayekî cidî esas digirin. Têkildarî vê piştî Moody’s û S&P’ê, di notdayîna Fîtchê de jî dê bandora CDS’a Tirkiyeyê hebe û niha bi vî halê xwe yî heyî CDS’a Tirkiyeyê dide der ku, dibe ji aliyê Fîtchê rastî notdayîneke negatîf bê û dê ji ber vê Tirkiyeyê li qada navneteweyî nakawt bibe.

Serav hat çandin, lê xubar şîn tê

Dema mirov li van daneyan dinihêre û rewşa Tirkiyeyê ya siyasî, aborî û polîtîk tîne ber çavan, di her qadê de ji pêşveçûyîn û leza mezinbûyînê ketiye. Di warê aborî de bêîstîkrariya li Tirkiyeyê û çelqbûyîna wê yî aborî dide der ku, ew serava di dema pêvajoya çareseriyê de (teneyê ewil ê payîzê) hat çandin, bi taybetî piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê wek xubarê (teneyê dawî yê payîzê, toz) lê vedigere û ber bi kaoseke dijwar ve diçe.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR