DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Sulava Harbiye ziwa dibe

 
16 Ekim
09:08 2016

HATAY (DîHA) - Sulava Harbiye ku di cîhanê de navdar e û wargeha turîzmê ye ji ber projeya şaredariya Hatayê ya bendav û rêyan ziwa dibe.

Li navçeya Defne ya Hatayê Sulava Harbiye ku di cihanê de navdar e û warê turîzmê ye ji ber projeyên şaredariyê yên bendav û rê zuha dibe. Sulava ku salên borî hêle hel diherîkî û dengê wê heta kîlometreyan belav dibû, niha wekî cihokê diherike û dimiçiqe, Sulava ku li der û dorê wê dar û berêh hezar salan şûnbûne û wekî qada bihiştê tê xuyakirin hêdî hêdî zuda dibe. Sulava ku wekî navenda turîzmê û çavkaniya sereke ya avê ye, ji ber ku zuha dibe xweşikbûn û heybetiya wê jî tune dibe. Ji ber ku rayedarên dewletê xeta "Reya DAIŞ'ê ya Sadullah" ya navbera Hatay û Altinozu li vir ava dike hemû kaniyên tên ser sulavê qut bûn û zuha bû. Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ji ber projeyên rê û bendavê li vir ava dike û ekolojiya herêmê naparêze ev bendav zuha dibe û hişk dibe.

Dê turîzm xelas bibe

Bi taybeti piştî şerê li Suriyê dest pêkir û tevgera edamen DAIŞ'ê ya li sînorê Hatayê zêde bû, rusizma herêmê jî rawestiya. Li aliyekî turîzm rawestiya li aliyê din sûlava qada turîzmê zuha bû û ruh, zindîbûn û heybetiya xwezaya li vê herêmê çilmisî. Ji ber turîzm rawestiya û sulava vir zuha bû gelek esnafên herêmê dikanên xwe girtin. Salên borî dê turîzm bi dawî bibe.

Esnafê herêmê Îbrahim Duman, diyar kir ku bi şertên ku xweza bê parastin ew piştgiriyê didin projeyên şaredariyê, lê piştî sulav zuha bû darên hezar salan hişk bûn.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR