DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Demsala masiyan dest pê kir, lê eleqe tune

 
16 Ekim
09:06 2016

EDENE (DÎHA) - Îsal demsala neçîra masiyan dest pê kir, lê masiyên li ser dezehan nayên firotin û eleqeyê nabînin. Masîvanên Edeneyê gazinç kirin û diyar kirin ku masiyên wan isal nayên firotin.

Demsala masiyan dest pê kir, ê îsal zêde masî li Edeneyê nayên firotin. Masîvanên Edeneyê îsal ji ber ku masiyên wan nayên firotin û li ser dezgehan genî dibin bi gazinc in. Masîvan Muhsin Balıkçi, diyar kir ku îsal masîvanên di deryayê de neçîra masiyan dikin di nava şert û mercên xerab de dixebitin, lê masiyên ku ji deryayê kom dikin li ser dezgehan nayên firotin û zerar dikin. Balikçi, anî ziman ku mehek derbas bû demsala masiyan dest pê kir, lê masiyên wan li ser dezgehan nayên firotin û tev genî dibin. Balikçi, anî ziman ku bêtir masiyên ji Masîvanên Derya Reş û Marmarayê dikirin, lê masî nayên firotin. Balikçi, anî ziman ku bêtir cureyên hamsî, palamud, levrek, çupra, barbunya, kefalî û karide dikirin û li ser dezgehan difiroşin, lê piştî ji Stenbol û Derya Reş dikirin masiyên wan nayên firotin.

'Kiryar tune'

Balikçi, anî ziman ku buhayê masiyan guncav e, lê masî îsal nayên firotin û tev li ser dezgehan genî dibin Masivan Muhittin Ugur, jî anî ziman ku medya hawiz der barê wan de nûçeyên şaş çêdikin û zimanê medya hawiz rexne kir. Ugur, destnîşan kir ku li gel mehek berê demsala masiyan dest pê kiriye jî masî nayên firotin û ji ber masî nayên firotin zerarê dikin. Masivan Nusrettin Ozgun, jî anî ziman ku îsal buhayê masiyan guncav e û wiha got: "Îsal kiloya Hamsiyan 5 TL, kîloya palamut 7.5 tl,
Çupra yê 500- 600 gram 18 tl, Levrek bi 18 tl û kalamar 30 tl ye. Dîsa jumbo bi 40 tl ye.


(mae)





Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR