DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Dijberiya şer ne tenê çepik in- ÇAVDÊRÎ

 
16 Ekim
09:02 2016

KENAN KIRKAYA

ENQERE (DÎHA)
- Temaşevanên dijberi şer yen lîstika Şano ya "Cilşoxane" ku behsa şerê Cihanê yê 1'emîn dike û rewşa civaka Firansizan tîne ziman, temaşe kirin, piştî fîlm bi dawî bû bi deqîqeyan li ser piyan li çepikan dan. Balkêşe ev kesên ku wisa li dijî şer bi deqîqeyan li çepikan dixin, li dijî şerê tenişta xwe bêdegn û razî ne. Ev sekna mirovan rastiya ku bertekên derewîn û seranser radixe ber çavan.

"Dibêjin dê şer derkeve. Dê şer derkeve. Zarokên me dê biçin şer. Ew dê biryarê bigirin û zarokên me dê bên kuştin..." Jinên ku tepan li çongên xwe didin.... Jinek pîr û zana, "Jin kom bibin, em dê hemû qirêjiyên cîhanê bişon." û diqîre...

Cilşoxane li qadek fireh hatiye avakirin, jin li dora wê kom bûne. Li dora cilşoxaneyê jinên kom bûne, hin caran serpêhatiyên xwe dibêjin, hin caran geşedanên li cîhanê parve dikin. Hin caran qala der û dorên din dikin. Hin caran jî di nava niqaşan de peyvan davên hev. Hin çaran şerên mezin û nakokiyên giran...

Listik dest pê dike û salona mezin tije dibe. Temaşevanên ku hatin lîstika şano temaşe bikin dika salonê tije kirin. Bi piranî çîna navîn hatine fîlm temaşe dikin. Bêtir ciwan û kesên xwendekar in. Gelek kesên ku dibêjin em xwedî çand û medenî ne. Lîstik berdewam dike. Di lîstikê de çîna xizan wekî biçûk tê dîtin û rastî nehiqan tên. Girseya li dora Cılşoxaneyê her ku diçe mezin dibe. Lîstik ji aliyê D. Durvin VE H. Prevost ve hatiye nivîsin. Listik ji aliyê Esen Çamurdan wergera tirkî hatiye kirin. Yunus Emre Bozdogan Gerînendeya fîlm dike. Lîstika "Çamaşırhane- Cilşoxane" demek dirêj e li Şanoyên Dewletê tên pêşandan. Lîstika Cilşoxane li Sahneya Cuneyt Gokçer a Çayyolu ya Enqereyê hat pêşandan. Lîstik rastî eleqeyek gelek mezin hat. Di lîstika şano de nakokiya herî mezin şer bû.


Di fîlmde rewşa civaka Firansizan a Serdema 1'emîn Şerê Cîhanê tîne ziman. Jin cilan dişon û debara xwe dikin. Di vir de nakokiyên nava civakê jî pir aşkere parve dike. Hin jin bî ne. Hin jin xwedî zarok in. Hin jin jî azib in. Hin jin jî falan vedikin. Dîsa bandora ol a li ser wan hatiye çêkirin tê vegotin. Xizani, nezanî û dewlemendi di nava hevde hatiye hûnandin. Neheqî, zext, tundî, binpêkirin û mexdûriyet di nava hev de tê dîtin. Li ser van yekan jî rastiya şer bêtir êşa wan û birînên wan derb dikin.

Rastiya Şerê Cîhanê yê yekemîn ku bi sedema kuştina milyonan mirovan di lîstikê de li ber çavan tê rawistin. Di lîstikê de rola 14 jinên ku derdikevin pêş balê dikişînin ser xwe. Hem nakokiya xizan û dewlemendan, hem nakokiya şerxwaz û aştîxwazan tîne ziman. Rastiya şerê 100 sal berê îro bi şerê li Tirkiye û Rojhilata navîn berdewam dike dubare tê ber çavan. Lîstika şano ku rastiya 100 sal berê li ser pertê tê pêşandan, li der û dorê di rastiyê de dubare zindî dibe. Lîstika ku rastiya me tine ziman li ser piyan bi çepikan hat pêşwazîkirin. Lê balkêş e ev kesên îro di rastiyê de dibin şahidên şerê der û dora xwe, li hemberî şer bêdeng in. Ne li çepikan didin û ne jî bertek nîşanî şer didin. Kesên ku li dijî şerê 100 sal berê bi bertek in û fîlm bi deqîqeyan li ser pişan li çepikan didin, îro şerê li dora we nabînin.Wekî lîstikê 100 bale jî û îro jî yên herî êşê dikişînin jin û zarok in. Yên herî zêde bedel didin û berpirsiyariyê didin ser xwe jin in. Yên "Biryarê didin ew in, yên ku tên kuştin jî zarokên me nin. Yên şer dikin em im, Yên tên kuştin em in. Yen biryara şer didin ew in. Ger ku em îro şer nekin ew nikarin biryara şer jî bidin. Em îro li çepikan nedin û li dijî şer bertekên xwe bînin ziman de nikaribin biryara şer bidin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR