DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Kedkarên perwerdehiyê qedexe nas nekirin

 
15 Ekim
15:36 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DîHA) - Kedkarên Perwerdehiyê yên ku ji Wan, Amed, Îzmir, Stenbolê ber bi Enqereyê ve derketin rê, rastî gelek astengiyan hatin. Kedkarên perwerdehiyê û endamên KESK'ê astengî nas nekirin û li gel hemû astengiyan xwe gîhandin Enqeeyê. Bi hezaran kes li Kolana Sakarya kom bûn û dûrxistina dedkaran şermezar kirin. Kedkaran bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew astengiyan qebûl nakin.

Kedkarên perwerdehiyê û endamên sendikayên grêdayî KESK'ê bi armanca dûrxistina kar û ji peyvirgirtinê şermezar bikin ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê berê xwe dan Enqereyê. Kedkarên ku ji 3 milan de berê xwe dan Enqereyê piştî gelek astengî û êrîşên polîsan xwe gîhandin Enqereyê. Kedkarên ku li Pira Mithatpaşa gihiştin hev, derbasî Kolana Sakarya bûn û li vir daxuyanî dan. Endamên Sendîkayên girêdayî KESK'ê û gelek rêveberên partiyên siyasî jî di navde bi hezaran kes tev li daxuyaniyê bûn. Girsê li vir bê navber siloganên "Em li karê xwe û pêşeroja xwe xwedî derdikevin", "Li dijî Faşizmê mil bidin mil" û "Ji OHAL'ê re na, demokrasî hema niha" berz kirin.

Dawuyanî wekî mîtîngê bi coş û tevlûnek mezin pêk hat. Akademîsyenên Ji bo Aştiyê (BAK) û wekîlên HDP û CHP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Rektoê Zanîngeha Adnan Menderes Prof. Şukru Boylu ku ji peyvirê hat girtin û tev li çalakiyê bû û bertekên xwe anîn ziman.
Hevseroka Giştî yê KESK'ê Şaziye Kose jî anî ziman ku hikûmetê êrîşî hemû mîtîngên muxalif kir û wiha got: "Niha jî bi hinceta 'Dê êrîş pêk bên. Gelek îxbar hene' mîtînga me hat qedexekirin. Li şûna êrişan asteng bikin û tedbîran bigirin mîtînga me qedexe kirin. Mafên me bi awayekî keyfî tên qedexekirin. Em wekî KESK'ê li dijî vê keyfiyetê dê heta dawî têbikoşin. Em van qedexe û neheqiyan qebûl nakin. Em destûr nadin ku van mafên me yên bi kedek mezin hatine bi destxistin binpê bikin.

Wekilên HDP û CHP'ê jî li vir axaftin kirin û piştre 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn. Daxuyanî bi stranan bi dawî bû

AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî li avahiya SES'ê ya Amedê daxuyanî da û qedexeya mîtîngê şermezar kir. Berdevka Platformê Buşra Cizrelîoglu, astengî û qedexe şermezar kir û diyar kir ku ew dê qedexeyan nas nakin.

WAN

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê jî li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî dan û qedexeya mitîngê şermezar kirin. Gelek endam û rêveberên KESK'ê û nûnerên saziyên civakî amade bûn. Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê Şukru Kaçici, zext û astengiyên li dijî kedkaran şermezar kir û diyar kir ku ew serî natewînin.

BEDLÎS

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Bedlisê jî bi heman armancê li avahiya KESK'ê daxuyanî da û qedexeya mîtîngê şermezar kirin. Li ser navê komê Berdevkê KESK'ê yê Bedlisê Îsmet Saz, daxuşanî da û zextên li dijî KESK'ê şermezar kir.


RIHA

Platforma şaxa KESK'ê ya Rihayê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan kom bûn pankarta "Em ne hezar bi milyonanin, em natirsin û bêdeng nabin, em dest ji têkoşîna xwe ya ked û demokrasiyê bernadin" vekirin û dirûşmên "Bi tenê xilasbûn tune ye, yan hemû bi hevre yan tu kesek" berz kirin. Berdevka Demî ya KESK'ê ya Rihayê Dîlek Çakirtaş, anî ziman ku di Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi biryarnameya KHK'ê ya hêjmar 672, 600 kedkarên sendîkayan ji kar hatin derxistin û wiha got: "Di dema demek kin mabû ji vekirina dibistanan re 11 hezar û 301 kedkarên perwerdehiyê ji kar hatin durxistin. Li hemberî van hemû zextan me ji sê baskan meş da destpêkirin û me plan dikir ku di 15'ê Cotmehê de tevlî mîtînga Enqereyê bibin. Lê rojek beriya mîtîngê biryara qedexeyê dan. Çi dibe bila bibe, em ê li hemberî ji kardûrxistnan kedkaran têbikoşin."

DÎLOK

Platforma şaxa KESK'ê ya Dîlokê li avahiya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li darxistin. Gelek kedkar û nûnerên STK'an tevlî daxuyaniyê bûn. Di civînê de Berdevka Demî ya KESK'ê yê Dîlokê Alî Ersonmez, qedexekirina mîtîngê şermezar kir û wiha got: "Qedexeya bi hinceta ewlehiyê hatiye dayîn ji bo tu wateya wê tune ye. Tenê rastiyek li holê ye ew jî darbeya AKP'ê ya li hemberî mafên bingehîn û azadiyê ye."

EDENE

Platforma şaxa KESK'ê ya Edeneyê jî bi armanca biryara qedexeya mîtîngê şermezar bikin li Parka Ataturkê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevkê Demî yê KESK'ê yê Edeneyê Selman Gul diyar kir ku ji bo hizur bê welat divê OHAL bê rakirin û wiha pêde çû: "Em bang dikin ku kedkarên ku ji kar hatine derxistin û dûrxistin dîsa vegerînin ser karên wan. Ger enevergerînin dê ev destpêk be dê çalakiyên me mezintir bibin û dê şaweyê wan bê guhertin."

ÎSKENDERUN

Bi pêşengiya KESK'ê li Îskenderunê kedkar li ber Meydana Eskî Bît Pazarê hatin cem hev, pankarta "dest nede mamosteyên min" vekirin û dirûşma "Em ê bi berxwedanê ser bikevin" berz kirin. li ser navê Egîtîm Senê serokê şaxê Mustafa Unsal, daxuyanî da û diyar kir ku ew ê destû nedin ku mafê wan ê ewlehiya kar û sedîkabûnê ji destê wan bigirin.

ANTALYA

Platforma şaxa KESK'ê ya Antalyayê jî li Meydana Attalos Heykeliyê daxuyaniyek da. Di çalakiyê de Berdevkê Demî ya KESK'ê Mustafa Ayar axivî. Ayar, da zanîn ku li Amed û gelek bajarên din gelek endamên wan hatine binçavkirin û dixwazin performansa kedkaran a di pergal û gotinê de bikin xulamên ber derî.

MÊRSÎN

Platforma şaxa KESK'ê ya Mêrsînê jî li Parka Zaroka ya Azad daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevkê Demî ya KESK'a Mêrsînê Yusuf Kaya daxuyanî xwend. Kaya wiha axivî: "Ev saleke hikûmeta AKP'ê hemû çalakî qedexe kirine. Çi dibe bile bibe ji bo aştiyê, demokrasiyê û mafê xwe em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin." Çalakî bi protestoya çepikan bi dawî bû.

(mb-mea)





Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR