DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Li Êlihê 306 esnafan dareba girtin

 
15 Ekim
09:05 2016

ÊLIH (DÎHA) - Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Talat Kara diyar kir ku pêvajoya şer bandorekî neyînî li ser esnafan kiriye û di 3 mehên dawî de 306 esnafan derebayên xwe girtine.

Li Êlihê ji ber şer û polîtîkayên aboriyê yê ku kargehên biçûk tîne asta tunebûnê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê heta niha 306 esnafar derebayên dikanên xwe girtin. Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Talat Kara diyar kir ku rewşa esnafan ne baş e û esnafên ku hewl didin li ser piyan bin jî rojên zehmet derbas dikin.

'Bi sedan esnaf di bin deyndan de mane'

Talat Kara bilêv kir ku piştî 1'ê Mijdara 2015'an heta niha wekî esnaf gelek zehmetî kişandine û bi salan e rewşekî wisa nedîtine. Kara wiha got: "306 esnafan dikanên xwe girtin. Bi sedan esnaf di bin deynan de ne. Bi sedan esnaf bêyî ku tiytekî bikin dikanên xwe digirin. Bi hezaran ji wan kirê ji berika xwe didin. Her roj bi hezaran bêtal dimînin û hete wisa berdewam bike em hemû betal dimînin."

'Divê vegera pêvajoya çareseriyê divê'

Kara anî ziman ku pêvajo pir xirab e û her dê biçe xirabtir bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêvajo ber bi xirabiyê ve diçe. Pêvajo nîşan dide ku em ê di bin barên girantir de bimînin. Lê hê jî hêviyên me heye. Çi dibe bila be em dixwazin vegera pêvajoya çareseriyê pêk bê. Em bang li hemû rayedaran dikin êdî bidin rawestandin. êdî hêza me nameya. Ji ber vê yekê tekane hêviya me pêkanîna aştiyê ye."

'Ji kar durxistina mamosteyar rewş xirabtir kir'

Kara destnîşan kir ku li Êlihê nêzî hezar mamoste ji kar hatine durxistin û vê bandorekî xirabtir kiriye, heke mamoste vegerin li ser karên xwe ev yek dê ji bo esnafan û ji bo Êlihê gelekî baş e.

Esnafê bi navê Alî Çîçek ê ku 10 sal in li bajar esnaf e jî got ku pêvajoya herî nebaş a salên dawî derbas dikin û heke şer bi vî rengî bidome dê esnafek jî nemîne, daxwaza wan ew e ku rayedar vî şerî bidin rawestandin.

Esnafê bi navê Ahmet Duru jî bilêv kir ku hin rojan qet tiştekî nikarin bifiroşin bêyî siftah dikanê digirin, pereyê xebatkaran jî ji berika xwe dide û wiha axivî: "Êdî em nikarin kireya xwe jî bidin. Me xebatkarên xwe ji kar derxist. Tekane çareya vê pêvajoyê vegera pêvajoya çareseriyê ye."

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR