DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Ji amûrên li ser çopê berheman diafirîne

 
15 Ekim
09:05 2016

AMED (DÎHA) – Mehmet Salîh Coşkûn ê ku xeyalên xwe yên zarokatiyê wek peykertiraşekî pêk tîne, bi amûrên li ser çopgehan berhemên hunerî diafirîne.

Peykertiraş Mehmet Salîh Coşkûn ê ku xeyalên xwe yî zarokatiyê pêk tîne û dev ji Endeszyariya Madenê berda û dest bi Beşa Hunerên Ciwankariyê kir amûr û amrazekî bibîne dinexşîne. Coşkûn ê ku li Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebite, li atolyeya xwe Land artê (hunera arazî) pêk tîne. Coşkûnê ku çi bibîne bi kar tîne û dinexşîne, bi amûrên ku li ser çopgehan dibîne berheman diafirîne. Carinan dareke ku li kuçeyan bibîne jî teşeyekê dide wê darê û wê vediguherîne sêpeyekê, carinan hesinekî ku li ser çopgehan bibîne şiklekî didiyê û vediguherîne peykerekî, carinan jî kevirekî diqewêre û wî vediguherîne bîbloyekê. Peykerekî ku berê Coşkûn çêkribû li mîhrîcanê hatibû pêşandin û niha jî li ser peykerekî dixebite û dê vî peykerî li Pêşangeha wne û peykeran a Bakur dê di rojên pêş de bê lidarxistin, berpêş bike.

Di peykertiraşiyê de taybetmendiya Coşkûn a herî mmezin jî, tu amûr û amrazekî ewanta navêje û her tiştî ji nûve vediguherîne. Coşkûnê ku teşeyê dide her amûrî, bi amraz û amûrên ku li ser çopgehan berhev kiriye dixwaze di pêşerojê de bi wan peykerekî mezin çêbike.

‘Dema di ber çopekê re derbas bibim amûran dibînim’

Coşkûn ê ku derbareyê xebatên xwe de axivî diyar kir ku, beriya çend salan gelek qursên wêneyan vekiriye û gelek xwendekarên wî hebûn. Coşkûn da zanîn ku, ew xebatên surreal, realîst û razber dike û wiha aviî: “Bi piranî ez amûrên veguherîner bi kar tînim. Wê kêliyê dema di ber çopekê re derbas bibim, dema di ber kevirekî re derbas bibim çavên min bi wan dikeve. Ez wî/wê radihêlim û tînim atlyeya xwe û vediguherînim tiştekî din. Mesela ez gelek tiştî dema di ber nanpêjan re derbas dibim dibînim, û ji wan şiklên darên ecêb çêdikim. Min gelek lastîkên wesayîtan bi kar aniye.”

‘Ez dibînim dê çawa dest pê bike û çawa biqede’

Coşkûn ê ku got ew her cure amûrî bi kar tîne wiha axivî: “dema ez li tiştekî binihêrim, dibînim ku ew çawa bê destpêkriin û çawa bi dawî bibe. Tiştê ku ez ê amade bikim, pêşî di mejiyê xwe de diqedînim. Hemû malzemeyên ku ez bi akr tînim, wan ji xwezayê peyda dikim û li xwezayê vedigerînim. Tim guherîn û veguherînek heye.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR