DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Berên dawî yên demsalê, reng didin dezgehan

 
15 Ekim
09:05 2016

WAN(DÎHA)- Li Erdîşê mahsulên dawî yên payîzê li gel rengdayîna dezgehan, dilê mirovam dibijînin xwe.

Li Erdîşa Wanê tuxumên ku di biharê de hatin reşandin, di payîzê de bi berên xwe yî dawîn reg didin dezgehan. Cotkarên ku lihane, kartol, îsot, bacan, firingî, qawin û gelek berên din bi kedeke mezin û bi temamî organîk in çandin û dawiyê berhevkirin, bi rêya dezgehan tên pêşandan. Berên ku bi tonên rengê xwe reng didin dezgehan, di heman demê de bi bêhnên xwe yî xwezayî dilê mirvan dibijînin xwe. Erdîşiyên ku ji bo amadekariyên zivistanê tevdigerin anîn ziman ku, hemû ber organîk û xwezayî ne û diyar kirin ku, ji ber li xaka wan şîn tên bi buhayên maqûl tên firotin.

'Bereketa li xaka me erzantir e’

Hanîfî Çelîk anî ziman ku, berên ku ji biharê heta payîzê ji xaka Erdîşê tên berhevkirin hem bitahm, hem jî erzan in û wiha g axivî: “Bêhn û tahma xaka me tiştekî cuda ye. Yanî em dizanin tiştên li vir tên çandin zanin çi ne û çawa tên çandin. Hem bitahm û hem jî erzan in.”

Esnaf Muhlîs Demîr jî wiha axivî: “Heke derfetê bidin cotkaran, dê pêdivî ne bi nebatên ku bi genetîka wan hatiye lîstin û ne jî ji welatên dûr tên tune be. Dê hem berên tenduristiyane û hem jî yên bitahm bên çandin.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR