DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Çalakiyên çandî yên elewiyan rastî eleqeyê tên

 
15 Ekim
09:04 2016

ENQERE (DÎHA) – Li Şaxa DAD’ê ya Mamakê qursên saz, erbane, bendîr û gîtarê yên perçeyek ji bawerî û çanda civaka kurd-elewiyan e dest pê kir. Endamê DAD’ê Orhan Erdogan ji bo beşdarbûyîna xebatan bang li kurd û elewiyan kir.

Li Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Mamakê, qeydên qursan dest pê kirin. Dê îsal di warê çand-hunerê de perwerdehiya saz, erbane, bendîr û gîtarê bê dayîn. Endamê DA’ê Orhan Erdogan ê têkildarî xebatan agahî dan diyar kir ku, Mamak û Tûzlû Çayir yek ji wan cihên ku herî zêde kurd û elewî lê dijîn û rastî polîtîkayên bişavtinê yên dewletê hatine. Ji ber vê yekê Erdogan girîngiya çalakiyên çand û hunerî û dest nîşan kir û balê kişand ser, beşdarbûyîna çalakiyên hunerî.

‘Erbane êşên hatine jiyîn bi rîtman dide der’

Erdogan anî ziman ku, erbane di çanda kurdî de taybetmendiya fîxan, qîrîneke bêdeng, gilî û gazindê di xwe de dihebîne û diyar kir ku baweriyeke di vî warî de heye. Erdogan wiha got: “Yek ji sedema vê ya girîng jî ew e ku, di serdema Zerduştiyê de herî zêde jinan ew bi kar dianî. Jina ku li erbaneyê dide, carinan ew êşên kul ê hasilîn wek zêmerekê bi rîtman dide der. Em dixwazin ev çand zêde belav bibe.”

‘Divê bi baxlemeya me çanda me xwe bigihîne xwemaliya xwe’

Erdogan ê ku got, “Baxleme destê elewiya ye, bivênevêyeke îbadetê ye” û anî ziman ku baxleme bes ne amûreke muzîkê ye, di heman demê de perçeyek ji baweriya elewiya ye. Erdogana wiha domand:

“Niha jî li navendên kêf û zewqê yan jî li navendên dejenereyî yên ku bedena mirovan lê tê pêşandan tê lêxistin. Nirx û bedêlên me dibin meze. Ji ber vê divê navendên me yî çandê bes nebin cihê nîşandana nota û hînkirina baxlemeyê, divê dîrokçeya baxlemeyê, cihê wê yî di çanda me de ji Pîr Siltan heta Seyîd Riza bê nîşandan.”

‘Muzîk hunereke şoreşgeriyî ye’

Erdogan ê ku ji bo beşdarbûyîna qursan bang kir diyar kir ku, ji bo qursên li avahiya komeleyê tên dayîn eleqeyeke zêde heye. Erdogan wiha axivî: “Em dixwazin di eniya çand-hunerê de şitlên nû hêşîn bibin. Bi rastî jî muzîk hunereke şoreşgeriyî ye. Em dixwazin bi muzîka ku dê xwe li vir bide der, bi rastî jî piştevaniya kesên dixwazin xwe bi pêş bixin bikin û komekê çêbikin. Qursên me bê bedêl in û dê hefteya bê perwerdehiya me dest pê bike.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR