DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Cotkar: Garis û genim baş bû pembû zerar bû

 
15 Ekim
09:03 2016

AMED (DÎHA) - Cotkarên gundên Şukirliya Bismilê diyar kirin ku îsal çandiniya genim û garis baş bû lê wan ji çandiniya pembû zerar dîtine.

Cotkarên navçeya Bismila Amedê kar û xebatên xwe yên çandiniyê didomînin. Cotkar piştî çandiniya genim, ceh û nîsk dest bi çandina pembû, garis û titûnê kirin. Li gundê Şukurlî ya Bismilê cotkar her sal pembû, garis û genim diçînin. Welatiyên gund bi cotkariyê debara xwe dikin. Cotkar di saetên sibê de dest bi kar dikin û heta saetên êvarê li nav zeviyan kedek mezin didin. Cotkar îsal her çiqas ji genim û garis karek baş kiribin jî lê di çandiniya pembû de zerar kirin. Çandina pembûyê ya bi destan tê kirin mesrafa wê ji kara wê zêdetir e. Li gorî daneyên cotkaran di çandina pembû de berê ji ber mesref kêm bû karek baş dikirin lê her ku çû mesref buha dibe û ji ber vê di pembû de zirarê dikin.

'Garis û genim baş bû lê me di pembû de zirar kir'

Cotkarê bi navê Aliriza Cangoz (57) diyar kir ku axa wan ji bo çandiniyê berhemdar e û hemû zad di axa wan de şîn dibin. Cangoz anî ziman ku ew 33 sale cotkariyê dike û cotkarî sal bi sal diguher e. Cangoz da zanîn ku îsal hilberîna genim û garis baş bû û wiha got: "Lê hilberîna pembû îsal ne baş bû. Pembûyê me hemû kurm girtin. Ligel ku me gelek lê mesref kir jî dîsa me zerar kir. Çandina pembû jî gelek zehmet te. Heqê mesrefên me derneket. Li gel me du caran pembû derman kir jî tenê nêzî 500 kîlo pembû jê girt. Ev qezenç jî hemû li lêçûna wê diçe. Îsal kîloya pembû bi 2 TL hat bû. Li gorî berê li vê heremê ji sedî 40 çandina pembû kêm bûye."

'Çandiniya garisan tenê baş bû'

Cotkarê bi navê Abdal Demîr (41) jî destnîşan kir ku îsal 260 donim garis, 50 donîm pembû û 160 donîm jî genîm çandiye û wiha axivî: "Îsal germ bû û kurm zêde bûn. Îsal dermankirina hilberînan zêde bû. Erda me ji bo çandiniyê û ji aliyê avê ve bê kêmasî ye. Tenê kara me îsal çandina garisan bû. Debara me li ser çandiniyê ye. Ne baş be jî lê me neçarin vî karî bikin. Salên ku hilberînên me baş bin vê carê jî erzan tê firotin. Divê ku ji bo coktarên Kurdistanê bêtir teşwîka baştir bê kirin. Divê ku hilberînên me baştir bên firotin."

(rd-ra/bg/mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR