DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Mîtînga KESK'ê hat qedexekirin

 
14 Ekim
14:12 2016

ENQERE (DÎHA) - Walîtiya Enqereyê mîtînga KESK'ê ya ku dê li Qada Kolejê ye Enqereyê bê lidarxistin qedexe kir.

Walîtiya Enqereyê mîtînga KESK'ê ya ku dê li Qada Kolejê ye Enqereyê ji bo şermezarkirina jikarderxistna kedkaran ku dê sibê bêlidarxistin qedexe kir. Hat ragihandin ku biryar ji bo KESK'ê dê bi teblîxê bê şandin û Lijneya Rêvebira ya Navenda KESK'ê ji bo rewşê binirxînin civiyane. Endamên MYK'ê yên sendîkayan ên girêdayî KESK'ê tevlî civînê bûn.

KESK, ji bo ji kardurxistina kedkaran şermezar bikin ji sê baskan meşa be bi Enqereyê ve dabû destpêkirin. Konfederasyon, dê piştî meşên ji Stenbol, Îzmîr, Amed-Wan dê di 15'ê Cotmehê de Qada Kolejê mîtîngek li darxistiba. Walîtiyê mîtîng qedexe kir. Waliyê Enqereyê, çalakiyên ji bo qetlîama 10'ê Cotmehê qedexe kiribû û ferman dabû ku êrîşî kesên li ber Gara Enqereyê bûne bê kirin. Di ecmana êrîşan de 71 kes hatibûn binçavkirin û gelek kes birîndar bibûn.

Tê payîn ku KESK ji bo derbarê mijarê de helwesta xwe diyar bike dê daxuyaniyekê bide.

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR