DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Di hefteyekê de 150 kes li Helebê hatin kuştin

14 Ekim
11:45 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Yekîneyen Parastina Sivîl ku li Helebê lêkolîn kirin diyar kirin ku di hefteyekê de di êrîşên balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê de herî kêm 150 kes hatin kuştin.

Li gorî lekolina Yekîneyên Parastina Sivîl di hefteyekê de zêdeyî 150 mirov li Helebê di êrîşên hewayî de hatin kuştin. Li milê din hêzên muxalif roket avêtin Rojavahê Halepê û 4 xwendekar hatin kuştin. Hat diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkarî ji Halebê re şandine lê hatiye astengkirin. Hat zanîn ku alîkariya ji Helebê re hat şandin ji aliyê rêveberiya Şamê ve hat qebûlkirin, lê Rejîma Esad destûr nade ku alîkarî ji Halebê ku nifûsa wê 300 hezar re bê şandin.

Li aliyê din li nêzî deriyê Sînor ê Es Selame ku nêzî Tirkiye ye li nokteya kontrolê êrîşek bi bombeyî pêk hat û di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes ji birîndar bûn.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR