DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Dê kamerayên xwe bikin pira berxwedanê

 
14 Ekim
10:37 2016

SERHAT WELAT DAGDELEN

WAN (DÎHA)
- Derhênerên ciwan ên beşdarî Mihrîcana Filman a Axtamara bûn, diyar kirin ku ew dê bi kamerayên xwe sûcê şer e li Kurdistanê û berxwedana li Kurdistanê derbasî siberojê bikin.

3'emîn Mihrîcana Fîlman a Axtamara ku li Wanê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Sînemaya Rojhilata Navîn ve pêk hat rastî eleqeyek mezin hat. Di mihrîcana bi silogana "Ji dengê xwezayê, ronahiya dîrokê û heqîqeta jiyanê" pêk hat de gelek derhênerên ciwan amade bûn. Fîlmên kurd ku bi şert û mercên zor û zahmet hatin amadekirin rastî eleyên mezin hatin. Derhênerên ciwan bi kamerayên xwe bal kişandin ser şer û berxwedana li Kurdistanê. Derhênerên Ciwan diyar kirin ku ji bo berxwedana li Kurdistanê derbasî pêşerojê bikin û komkujî û qirêjiya şerê dewletê bînin ziman.

Derhênera Ciwan Dîlan Koçer a 2 salan li Akademiya Sînemaya Navenda Çanda Cegerxwin perwerde dît, li ser jiyana dayika 50 salî Fatma radiweste. Dîlan bi belgefîlma xweya bi navê Neqs hewl dide ku hest û ramana Dayika 50 salî Fatma bine ziman. Koçer, anî ziman ku di vê pêvajoya şer de em bûn şahidê gelek bûyeran. Me xwest em vê yekê di sînema û hunerê de jî bidin xuyakirin. Em dixwazin hunera di şopa heqîqetê de pêş bixin. Me xwest vê rastiya şer bi kamerayên xwe derbasî siberojê bikin."

Koçer, anî ziman ku di vê pêvajoya şer de civak di rojên gelek dijwar re derbas bûn û li dijî şerê dijwar berxwedanek gelek mezin hat nîşandan û wiha got: "Me xest vê berxwedanê derbasî rojên pêş bikin. Berxwedana li Cizîr, Sûr, Gevre û Nisêbînê nemir bikin. Bedelên gelek giran hatin dayîn. Berxwedêr li warên xwe xwedî derketin. Me xwest vê berxwedana dîrokî nemir bikin û derbasî siberojê bikin. Ev ji bo me erkek dîrokîye."

'Hêza sînemayê ku şer rawestine heye'

Derhênerê ciwan Bulut Rênas Kaçan ku bi fîlmê xwe yê yekem ê bi navê Rêger beşdarî mihrîcanê bû jî anî ziman ku li Rojhilata Navîn rol û misyona huner û sînemayê gelek mezin e û wiha got: "Divê di qada sînemaye de em dest ji zimanê mexdûriyetê berdin. Zimanê mexdûriyetê bi xwe pirsgirêk e. Divê em bêtir aliyê berxwedanê derxin pêş. Sînemaya kurd bêtir zimanê mexdûriyetê derdixe pêş. Bêguman divê neheqî û mexdûriyet jî bê dîtin. Lê bêtir divê berxwedan û serhildan derkeve pêş. Divê lêgerîna jiyana nû bê dîtin. Di demên dawî de mihrîcanên fîlm ji bo pêşketina sînemaya kurd awantajên mezin bi xwe re tîne. Ev peyvira me ya dîrokî ye. Divê rastiya li ser vê axê pêş dikeve em tomar bikin û bi gel re parve bikin.

'Divê em berxwedanê derxin pêş'

Derhênerê Ciwan Vedat Oyan ê bi fîlmê "Mavera" beşdarî mihrîcanê bû jî li ser çîroka Torosan radiweste. Oyan jî anî ziman ku li gel hemû astengiyan sinemaya kurd pêşketinên mezin bi dest xistine. Oyan, anî ziman ku pêwiste di vê pevajoyê re dol û rista xwe baş bilîze û dest ji zimanê mexdûriyetê berde û bêtir zimanê berxwedanê derxe pêş. Oyan, bilêv kir ku ew dê berxwedana dîrokî derbasî peşerojê bikin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR