DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Kedkarên tenduristiyê: Dê Pergala Serokatiyê bibe dîktatorî

 
14 Ekim
09:09 2016

STENBOL(DÎHA)- Kedkarên tenduristiyê li dijî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên Pergala Serokatiyê bertek nîşan dan. Kedkaran diyar kir ku ew dê li dijî vê pergalê rawestin û wiha gotin: “Dê Pergala Serokatiyê ber bi dîktatoriyê ve biçe.”

Kedkarên tenduristiyê li dijî gotinên Serokwezîr Binalî Yildirim ên têkildarî Pergala Seroktiyê bertek nîşan dan. Sekretera Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû diyar kir ku, piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê Pergala Serokatiyê dubare bû cihê nîqaşan û wiha got: “Îktîdara AKPê ya bi sala ye Tirkiyeyê bi rê ve dibe û ji mafên bidestketî yên kedkar û karkekeran firdek jî nehiştiye Tirkiyeyê veguherand cihê şewatê û hewldana 15’ê Tîrmehê dike behane û bi vî awayî êrîş û pêkûtiyan zêde dike.” Çerkezoglû anî ziman ku, AKP û Erdoganî dixwazin rejîma pêkûtiyan di Pergala Serokatiyê de bidin der û wiha axivî: “Îktîdara heyî jî dizane ku, li Tirkiyeyê îktîdara siyasî tenê bi şer û pêkûtiyan bi rê ve diçe. Ji ber vê ye dixwaze Serokatiyê wek saûzmaniyekê bide der. Pêdiviya Tirkiyeyê bi dîktatoriya mêrekî tune ye, bi pergaleke azad, edaleteke wekhev heye.”

Destnîşankirina Makezagoneke wekheviyê

Hevserokê Giştî yê Sendikaya Kedkarên Xizmetên Civakî (SES) Îbrahîm Kara jî anî ziman ku, ew wek kedkarên tenduristiyê li dijî Pergala Serokatiyê ne û wiha got: “Di pêvajoyeke ku daxwazên me bi cih nayên de, em nebawerin dê hêrs û daxwaza zilamekî bi kêrî tiştekî jî bê.” Kara li ser nîqaşên Makezagonê yên ku ji nû ve bûn cihê nîqaşê jî rawestiya û wiha axivî: “Pergaleke ku hemû kesimên civakê bîne gel hev dikare bê nîqaşkirin, lê pêdiviya me bi pergaleke ku dê dîktariyê bi xwe re bîne tune ye.”

'Dê Pergala Serokatiyê ber bi dîktariyê ve biçe’

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê ya Şoreşger Gursel Kaya jî wiha got: “Kevneşopiyeke demokrasiyê ya î welatî heye, lê belê hîn jî me ev bi cih nekiriye. Dê Pergala Serokatiyê ber bi dîktatoriya zilamekî ve biçe.” Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa SES’ê ya Aksarayê Selma Mûtlû jî got, Pergala Serokatî li dijî demokrasiyê ye.


Teknîkera Tuba Lezgîn Fadîme Dûrsûn jî anî ziman ku, dê Pergala Serokatiyê li gel hemû kesimên civakê, dê pêkûtiyên xwe li ser kedkarên tenduristiyê jî bide der û daxwaza pergaleke demokratîk kir. Xebatkarê tenduristiyê Duzgun Yildiz jî wiha got: “Pergala Serokatiyê dîktatorî ye, em wê naxwazin.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR