DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Mala Çandê û Jiyanê ya Cîwanan hate vekirin

 
13 Ekim
16:46 2016

ÎDIR (DÎHA) - Şaredariya Îdirê Mala Çandê û Jiyanê ya Ciwanan vekir.

Şaredariya Îdirê li kargeha li ser cadeya Mîlletê Mala Çandê û Jiyanê ya Ciwanan vekir. Hevşaredarên Îdirê Murat Yîkît, Şaziye Onder, hevserokên DBP û HDP'ê û gelek kes beşdarî merasîma vekirinê bûn. Di merasîma vekirinê de ekîbên folklorê govendê herêmî pêşkêş kirin.

Hevşeradar Murat Yîgît di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku dê xebatên çandî yên bi vî rengî bidomin û wiha berdewam kir: "Bajarê me, bajarekî rengîn e. Li bajar azerî, kurd, terekeme mirov hemû bi cudabûnên xwe yên nijadî û olî ji bo ku çanda xwe bidomînin em ê xebatên xwe yê bi vî rengî bidomînin."

Hevşaredar Şaziye Onder jî anî ziman ku li mala çandî ya hate vekirin hemû kes dikarin bi ziman, çand û rengê xwe hebûna xwe bidomînin û îfade bikin. Onder wiha got: "Xebatên çand, malên çandê, malên ciwanan ên ku rengî bajarekî nîşan didin ji bo şaredariya me kêm bû. Ev tişta ku bi salan e pêwîstî heye ji ber ku di dema me de pêk hat em kêfxweş in. Li Îdirê gelek çand hene. Ciheke ku hemû çand dikarin xwe îfade bikin e. Ji ber vê yekê jî me ev navende vekir ku bila hemû gel, ziman, reng û çanda xwe bikaribin îfade bikin."

Piştî axaftinan ekîba folklorê derket ser dikê. Piştre qurdele hat jêkirin û dengbêjan klamên xwe gotin.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR