DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Kedkarên Tendirûstiyê ji bo ked û demokrasiyê hatin cem hev

 
13 Ekim
15:43 2016

STENBOL (DÎHA) - Kedkarên Tendirûstiyê li hemberî ji kardûrxistinan kampanyaya "Kombuna Kedkarên Tendirûstiyê ya ji bo Demokrasiyê" dan destpê kirin.

Hevgirtina Tabîbên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirûstiyê (SES), rêxistinên ked û pîşeyê li hemberî ji kardûrxistina kedkaran a ji peywirê kampanyaya "Kombuna Kedkarên Tendirûstiyê ya ji bo Demokrasiyê" dan destpê kirin.

Kedkarên ku di hevdîtina yekem de li Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê hatin gel hev, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku nexweş û xizmên nexweşan piştgirî dan kedkaran de pankarta "Kedkar ji bo ked û demokrasiyê tên cem hev, ji bo tendirûstiyê demokrasî şerte" hat vekirin û dirûşmên "Zext me bêzar nakin", "Ewlehiya kar ewlehiya jiyanê" û "Ne darbe ne jî OHAL Tirkiyeyek demokratîk" hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de Serokê TTB'ê Raşît Tukel axivî. Tukel, anî ziman ku bi OHAL'ê re li Tirkiyeyê rêverberiya KHK'ê hatiye destpêkirin û wiha got: "Bi operasyonên ku tê îdîakirin li hemberî darbekaran tê kirin dixwazin aliyên muxalif bêdeng bikin û ev vegerandine nêçîr pîrhebûkan. Bi OHAL'ê re 2 hezar û 81 karkerên tendirûstiyê ji kar hatine girtin. Lêpirsîn bi awayekî bêhiqûqî hatin meşandin. Lîsteyên ku tu sûc li holê nîne hatine amadekirin, ji ber di şevekê de saziyên tendirûstiyê girtin gelek zirar çêbû û hîna jî berdewam dike."

'Dê hevdîtinên me li gelek bajaran bidomin'

Piştî Tukel, Serkretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî axivî. Çerkezoglu, da zanîn ku ew hevdîtina xwe ya yekemîn pêk tînin û wiha pêde çû: "Ji îro pêde em ê li Amed, Îzmîr, Wan, Edene, Mêrsîn, Samsûn û gelek bajarên din hevdîtinên xwe bidomînin. Em ê piştre israra têkoşîna xwe û daxwazên xwe li Enqereyê bibin ber deriyê Wezareta Tendirûstiyê. Em li hemberî hemû şêweyên darbeyê ne, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Bang ji bo kedkaran

Piştî axaftinan, daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Serokê Giştî ya SES'ê Îbrahîm Kara ve hat xwendin. Kara, diyar kir ku li hemberî kedkar û aliyên muxalif nêçîra pîrhebûkan hatiye destpêkirin û wiha axivî: "em daxwaza sererastkkirina şert û mercên kar, ewlehiya kar û tendirûstiyê dikin. Em bang li hemû kedkaran dikin ku deng bidin dengê me."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR