DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

'Em ê li Enqereyê desthilatdariyê hişyar bikin'

 
13 Ekim
13:41 2016

RIHA (DÎHA) - Endama Rêvebir a KESK'ê Fatma Çetîntaş diyar kir ku desthilatdariya 14 sale bi derbekaran re mil bi mile dimeşe îro êrîşî kedkaran dike û wiha got: "Ev tişt nayê pejirandin. Em ê di 15'ê Cotmehê de li Enqereyê desthilatdariyê hişyar bikin û ji bo keda xwe têbikoşin."


Endamên KESK'ê ji bo hevdîtina mezin a 15'ê Cotmehê ya li Enqereyê îro ji Wan û Amedê ber bi Riha yê ve ketin rê. Endamên Şaxa Egîtîm-Sena Rihayê otubusên endamên KESK'ê di ketina Rihayê de bi alên KESK û Egîtîm-Senê hatin pêşwazîkirin.

Konvoy di ketina Rihayê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û yek bi yek li GBT'ya wan nêrîn. Piştî lêgerînê konvoy ket nava Rihayê û li Petrola Avşarê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li pişt pankarta "Em di OHAL'ê de ji bo kar û dahatuya xwe li berxwe didin" hat dayîn de û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê serbikevin", "Dê dem were, dewran bizivire, AKP hesab bide gel", "Bijî berxwedana karkeran", "Bijî tekoşîna me ya bi rêxistinkirî" û "Dê serkeftin bibe ya kedkarên li berxwe didin" hatin berzkirin. Çalakvanan cakêtên li ser KESK û Egîtîm-Sen nivîdan dibûn li xwe kirin û alên Egîtîm-Sen û KESK'ê bilind kirin.

'Heta hevalek me bimîne em ê li berxwe bidin'

Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sena Rihayê Mehmet Keklîk diyar kir ku îro jî wekî sed salan KESK li ser piyane û wiha axivî: "AKP'ê derbe kir firset û êrîşî KESK'ê kir. Lê bila ji bîr nekin KESK'ê tucarî li ber kesê serî netewandiye. Me pirs nedizîn û dizî nekir, kes nikare me ji kar bigire. Em vê hişmendiyê şermezar dikin. Heta hevalek me bimîne em ê li berxwe bidin."

'Em li ser sozên xwe ne'

Endama Rêvebir a KESK'ê Fatma Çetîntaş jî anî ziman ku ev 14 salin desthilatdarî bi cemeatê re welat rêvedibe û wiha berdewam kir: "Me hertim li hemberî polîtîkayên wan tekoşîna demokratîk meşand. Lê desthilatdariyê wekî ya xwe kir. Herî dawî jî wekî ku berpisyarên derbeyê ne êrîşî me kirin. Herkesên muxalîf bêdeg kir. Êrîşî hêzên demokratîk kir û bi zilmê çewisand. Tiştek wisan nayê pejirandin. Em wekî duh îro jî li pey sozên xwe ne, me ked, demokrasî, jiyanek ronî diparast îro jî wê diparêzin."

Çetîntaş, destnîşan kir ku demokrasî parastin ne suce mafe, wan çawa li ber tu desthilatdariyên din serî netewand îro jî natewînin û wiha axivî: "Em ê di 15'ê Cotmehê de li Enqereyê desthilatdariyê hişyar bikin û ji bo keda xwe têbikoşin."

(bî-mp/mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR