DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Li Furmayê komun û jiyana ekolojîk tê înşakirin

 
13 Ekim
09:28 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Li Çewlîka Furmayê Bozkoy a Karaburunê li hemberî sîstema heyî wekî alternatîf jiyanekî kolektîf tê înşakirin.

Li gundê Bozkoy a Karaburun a Îzmîrê Çewlika Furma ya li ser 12 donum erezî hatiye çêkirin li hundirê xwezayê jiyanekî kolektîf înşa dikin. Şadan Tutuncu yê ku dev ji karê xwe yê rêveberiya bi paye berda bi kuçîkê xwe Babu ve dijî qasî ku jiyana xwe berdewam bike hilberînê dike. Tutuncu yê ku ji Masanobu Fukuoda yê japonî bi bandor bûye dora çelîka xwe bi avhewaya pasîf dorpêç kiriye.


Li vî bostanî hemû tişt bêpere ye

Dildarên ku tên çewlîkê li bostan fekî û sebze kom dikin, di înşaya çewlîkê de cih digirin, bi riya tavê heta ava hinaran xebatekî kolektîf derdixin holê. Hilberînên ku tên bidestxistin piranî ji bo zivistanê li ber tavê û bi siyê tên ziwakirin, berhemên ku ji bostan derdikevin bi awayekî bêpere li dildaran tê belavkirin. Dildar rojê li çewlîkê 5-6 saet bêpere dixebitin, bêyî ku pere bidin li çewlîkê dikarin bimînin. Bi gihayên ku avêtine erdê jî pêşiya ziyana avê tê girtin.

Qalikên hilberînan wekî zibil tê bikaranîn

Ji bo pêşiya îsrafa avê bigirin li çewlîkê tabaqeyekî maçê hatiye çêkirin, bi enerjiyekî pir kêm ve tê xwestin baxçe bê afirandin. Ava serşok û mutbaxê jî li hundirê baxçe di nava bîrekî de tê komkirin û bi vî rengî ava bin erdê ya ezeriyê tê bidestxistin. Qalikên hilberînên ku derdikevin tevlî axê dikin û wekî zibil davêjin nava xwezayê. Di nava hilberînên bostan de kulîlk jî tê çandin û bi vî rengî bereketa hilberînan tê zêdekirin.

Ahenda ekolojîk pêk tê

Tutuncu bilêv kir ku mîmozaya Îzmîrê, darsinc, darcêwî bi zanebûn diçîne û wiha axivî: "Ev dar azota xwezayî ne. Hîdrojena ji hewa digirin li koka xwe kom dikin û bi vî rengî dikin nebatên din jî sûdê werbigirin. Bi vî rengî pêdiviya zibil û avê tê bicihanîn. Li vî axê bi bihok, kurman berdewama cihebûna biyolojiyê pêk tê û ahenga ekolojiyê tê parastin."

Tutuncu bilêv kir ku li çewlîkê darên li gorî vê derê çandiye dema ku dar nû çandiye av daye lê armanca wî di nava demê de av û zibil qutkirin bû û ev agahî da: "Divê ez li vir zehmetiyê nekişînim, bêyî min jî ev sîstem li vir bimeşe." Tutuncu anî ziman ku bi koperatîfbûnê ve pêşketina herêmî dikare pêk bê û wiha axivî: "Tê gotin bila dewlet bê xilas bike lê wisa nabe. Em ê alternatîfa xwe biafirînin. Sîstema kapîtalîst sîstema mezexê ye. Mezexî jiyanekî bêdomandin nîne. Ekolojî piştgiriyê dide jiyanekî dikare bê berdewamkirin."

Jiyanekî alternatîf pêkan e

Tutuncu got ku bi gundên ekolojîk ve mezexiya kapîtalîzmê dikare bê astengkirin û wiha berdewam kir: "Jiyanekî alternatîf pêkan e. Mirov dikare derkeve derveyî sistema heyî. Sîstem li ser mezexê em li ser bingeha hilberînê hatine avakirin. Em dixwazin bi dildarên xwe ve di warê jiyanekî dikare bê berdewamkirin baldariyekê pêş bixin."

Dildarê bi navê Muherrem Temel ê ji Stenbolê hatiye jî diyar kir ku kapîtalîzm mirovan ji hilberînê dur dixe û dixe nava mezexê û wiha got: "Li furmayê divê hilberînî piştre jî tu dê bi karbînî. Ez dixwazim di demên pêş de bi cihên bi vî rengî re bibin cîran û jiyana komun bijîm."

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR