DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Karkarên çandiniyê bi 50 TL’î rojê 12 saetan tên xebitandin

 
13 Ekim
09:22 2016

MÊRSÎN (DÎHA) – Li Mêrsînê karkerên ku li qaseyên qamyonan li ser dilê hev tên îstifkirin û ji bo baxçeyên nariciyeyan tên veguhastin, bi 50 TL’yî rojê 12 saetan tên xebitandin. Karkerê bi navê Ercan Adsiz wiha got: “Li derve bi hezaran mirov bê kar in, heke me ji vê derê bavêjin, tu pîşeyeke me ku em bikin tune ye. Ji ber vê, ji bo em jiyana xwe îdame bikin em mecbûr in bixebitin.”

Li qaseyên qamyonan, her sal gelek karker dibin qurbana kar û jiyana xwe ji dest didin. Lê hîn jî di şert û şirûtên van karkeran de tu guherîn û veguherîn xwe nedaye der û her diçe şertên wan xerabtir dibe. Li Sîlîfke, Anamûr û Erdemliya Mêrsînê karkerên çandiniyê yên demsalî, bêyî ewleyiya jiyanî û temînata sosyal tên xebitandin. Karkerên ku şeveqê zû li qaseyên qamyonan li ser dilê hev tên îstîfkirin û ji bo baxçeyên narinciyan tên veguhastin, rojê 12 saetan bi 50 TL’yî tên xebitandin. Karkerên ku piraniya wan kurd in, herî zêde ji aliyê Riha û Semsûrê hatine Mêrsîn û Eedeneyê û li van deran di şert û şirûtên dermirovaniyê de tên xebitandin.

Karkerê bi navê Mehmet Toprak ê ku ji Rihayê hatiye got, ji ber li bajarê wan kar tune ye ew hatiye Mêrsînê. Toprak diyar kir ku, berê ew malbata xwe wek karkerên demsaliyî dihatin, pişt re ew li Mêrsînê bi cih bûye. Toprak anî ziman ku, şert û şirûtên kar pir zehmet in û got, ew ji aliyê xwediyê zeviyan ve bêyî temînateke sosyal tên xebitandin.

'Ji bo îdamekirina jiyanê em mecbûr in bixebitin’

Karkerê bi navê Ercan Adsiz diyar kir ku, ji karê ku ew dikin herî zêde xwediyê zeviyan û qasid qezenc dikin û anî ziman ku, rojê di 12 saetan bi 45-50 TL’yî ew tên xebitandin. Adsizê ku li baxçeyên narinciyeyan barkêşiyê dike diyar kir ku, gelek karker ji ber barê giran fitqoyî bûne û wiha got: “Em bê sîgorta tên xebitandin, ji ber vê em niakrin tedawî bibin. Hin karker heta ku karibin dixebitin, jê pêvtir ji ber vê nexweşînê êdî nikaarin bixebitin.”

Adsiz anî ziman ku, ji ber rewşa wan î aborî zaf xirab e, ew ji mecbûrî di şert û şirtûên wiha de dixebitin û wiha axivî: “Karkerên ku îtiraza şert û şirûtên karî bikin, demildest ji kar tên derxistin. Li derve bi hezaran mirov bê kar in, heke me ji vê derê bavêjin, tu pîşeyeke me ku em bikin tune ye. Ji ber vê, ji bo em jiyana xwe îdame bikin em mecbûr in bixebitin.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR