DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Fabrîkaya çîmentoyê jehrê dipeşikîne hawirdorê

 
13 Ekim
09:17 2016

MÊRSÎN (DÎHA) – Li Sîlîfkeya Mêrsînê Fabrîkaya Çîmentoyê ya Medcemê ya ji aliyê Eren Holdîngê ve hat avakirin, jehrê dipeşikîne hawirdorê.

Li Taxa Akdere ya Silîfkeya Mêrsînê, Fabrîkaya Çîmento ya Medcemê ya li li texma Yeşîlovacikê ye, ji bo hawirdorê û tenduristiya gel bi awayekî zêde talûkeyê dide der. Fabrîkaya ku bi kapasîteya wê yî hilberînê 11 hezar û nîv ton klînker e û tenê li ser xetekê hilberînê dike û her wiha li Tirkiye û Ewropayê fabrîkaya herî mezin a çîmentoyê ye, li texma Yeşîlovacik û Akdereyê hem xesarê dide tenduristiya gel û hem jî dide hawirdorê.

'Qada jiyanê ya fokan hat binpêkirin’

Lîmana Yeşîlovacikê û ji ber veguhastina amûran a di navbera her du şîrketan de, li herêmê gemariyeke zêde xwe dide der û her wiha li Lîmana Yeşîlovacikê qada jiyanê ya fokên Behra Spî ku bi peymanên navneteweyî hatibû parastin jî, bi temamû hat binpêkirin.

'Bênderên avê bi talûkeyê rû bi rû ne’

Serokê Lijneya Rêveberiya Perwerdehî û Jiyana Xwezayî Arslan Eyce diyar kir ku, ji ber xebatên sondajê yên fabrîkayê li herêmê av kêm bûye û li hin deran jî xwêbûyîn zêde bûye û dest nîşan kir ku, xwestina berfirehkirina qada fabrîkayê, li herêmê hemû bênderên avê ber bi talûkeyekê ve dibe.

Weqayên pençeşêrê zêde bûn

Bijîşkekî ku li Navenda Tenduristiya Civakî dixebite diyar kir ku, piştî li herêmê fabrîka dest faaliyetên xwe kir, bi vê re li herêmê bi awayekî cidî weqayên pençeşêrê jî zêde bûne û got, di vê sala dawî de li herêmê weqayên pençeşêra pişikê zêde bûne. Bijîşk dest nîşan kir ku, nexweşên ku herî zêde bi nerihetiyên sêng û qirikê tên, rastî teşhîsa pençeşêrê tên û got, ji ber ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve lêkolînek nehatiye kirin, ew nizane zêdebûna ku di weqayên pençeşêrê de xwe dide der çiqas e.

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR