DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Li goristaneke 2 hezar salî, di nav qaban de 113 îskeletên mirovan hatin dîtin

 
13 Ekim
09:14 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li bajarê Hûanghayê yê Çînê li goristanekê, di hundirê qabên 2 hezar saliyî de 6 jê aîdî mirovên gihaştî, 107 jê aîdî zarokan bi giştî 113 bermayiyên mirovan hatin dîtin.

Li herêma Hebeiyê li bajarê Hûanghayê yê Çînê di encama lêkolîn û kolandinên arkeologan de her îskeletek di hundirê 3 qabên kîlî de, bi giştî 113 îskeletên aîdî mirovan hatin dîtin. Li gor nûçeya Daîly Maîlê, dîroknasên çînî diyar dikin ku, ev gor li Çînê di navbera salên BZ. 206 û PZ. 220’an de kevneşopiyeke naştinê ya Xana Xanedaniya Rojava ye. Her wiha dîroknas dest nîşan dikin ku, dibe ku ev gor aîdî goristaneke gelê sivîl ên bajarê antîk ê Fûdiyê bin .

Li herêmê heta niha 113 gor hatine dîtin

Arkeologên ku li herêmê lêkolîn û kolandinê dikin, di lêkolînên xwe yî meha gulanê de tenê 6 gor dîtibûn. Piştî dîtina van goran, lêkolînên li herêmê hatin zêdekirin û heta niha arkeologan xwe gihandiye 113 goran.

‘Ji bo ruh bedenê biterikîne, li kêleka her qabekê qulek heye’

Li herêmê, di her gorekê de qabên mezin ê ji kîlan hene û di her qabekê de cenazeyê mirovekî heye. Li kêleka her qabeke kîlî de jî qulek hatiye vekirin. Arkeolog dest nîşan dikin ku, ev qul ji bo ruh ji bedena mirî derkeve hatine vekirin.

Li van goran cara ewil bermayîyên mirovên gihaştî hatine dîtin

Di lêkolînên berê de dihat fikirîn ku, bes zarokên biçûk di hundirê qabên kîlî de dihatin naştin. Piştî vê lêkolîna dawî, ji 113 bermayî û îskeletan de, 6 jê yên mirovên gihaştî jî hatin dîtin.

Dîreoktorê Muzeya Hûanghûayê Zhang Baogang diyar dike ku, ji ber herikîna çem û faktorên din ên xwezayê wan tenê qismek ji goristanê kolaye. Her wiha Zahang dide zanîn ku, li Çînê di hundirê qabên kîlî de cara ewil tê dîtin ku mirovên gihaştî hatine naştin.

(red)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR