DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Kedkar dê li dijî ji kar avêtinan dakevin daqan

 
13 Ekim
09:09 2016

ENQERE (DÎHA) - KESK di serê de ji bo endamên xwe û ji bo kedkarên cemaweriyê yên ji kar hatine durxistin û avatin ji bo vegerin li ser karê xwe dê di 15'ê Cotmehê de li Qada Kolejê mîtînê li dar bixin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji bo endamên xwe yên bi OHAL û KHK'ê ve ji kar hatin durxistin di çarçoveya çalakiyên ku di 29'ê îlonê de dan destpêkirin niha ji amadekariya mîtîngê dike. Ji bo mîtînga ku di 15'ê Cotmehê de li Qada Kolejê ye Enqereyê bê lidarxistin ji Stenbol, Îzmîr û Amedê endamên sendîkayên girêdayî KESK'ê derketin rê. Endamên KESK dê 3 rojan de li ser riya xwe daxuyaniyan bidin û li Enqereyê bigihîjin hev.

Mîtîng li Qada Kolejê ye

Endamên KESK'ê yên li her deverên Tirkiyeyê di 15'ê Cotmehê de li Parka Kurtuluşê kom bibin saet di 12.00'an de ber Qada Kolejê bimeşîn. Ji bo mîtîngê amadekarî didomin.

'Em xwedî li kar û pêşeroja xwe derdikevin'

Endamên KESK'ê yên ku dê li mîtînga ku bi şîara "Em xwedî li kar û pêşeroja xwe derdikevin, em ê jî êrîşa giran pûç bikin" li Qada Kolejê bir daxwazên xwe yên wekî "Bila OHAL bê rakirin, KHK paşve bên kişandin, kedkarên cemaweriyê yên ji kar hatine durxistin û avêtin bên îayedikirin, sererastkirinên ku ewlehiya kar ji holê radike paş ve bêkişandin" bînin ziman.

'Yek hevalê me jî bimîre dê têkoşîn bidome'

Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulîstan Atasoy a ku têkîldarî mîtîngê axivî wiha got: "Heta ku hemû hevalên me yên ji kar hatine dûrxistin an jî avêtin vegerin ser karê xwe em ê hemû çalakiyên xwe yên hiqûqî ve têkoşîna xwe bidomînin."

Atasoy bilêv kir ku îxtidara AKP'ê di bin navê têkoşîna li dijî darbeyê li dijî muxalefeta civakî kampanyaya êrîşan daye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Em nabêjin pêşiya hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatiye girtin. Ji ber ku em hemû bi pêkanînên piştî pêvajoyên darbeyê tên jiyankirin dijîn. Darbeya 15'ê tîrmehê ku wekî lutfekî xwedî dîtin, li şûna demokrasiyê tercîh bikin bi qanûnan nû ve li pey pêkanîna rejîmekî nû ne."

'Ev çalakiya me ne dawî dest pêk e'

Atasoy arî ziman ku ji ber ku îxtidarê ew kirine hedef bi Meclîsa Şewirmendiyê ya KESK'ê ve civînên Meclîsa Giştî ya KESK'ê pêş de girtine û wê demê bernameyekî çalakiyan derxistine û wiha got: "Ev bernameya çalakiyê xwe diyar e bernameyekî kurt bû. Ji ber vê yekê jî plana me ya çalikiyê dawî nîne. Ev dest pêkek e."

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR