DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Jin ked û çanda dîrokî zindî dikin

 
13 Ekim
09:01 2016

WAN (DÎHA) – Navenda Çanda Jiyanê ya Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, jin ji bo pîşeya dîrokê û çandî merş ango berik winda nebin, di kargeriyê de ji nûve çêdikin û vê çandê zindî dikin. Jin van merş û berikên çêdikin li gelek bajarên cuda difiroşin.

Navenda Çanda Jiyanê ya Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, kevneşopiya tevnên merş û berikan a bi sedan salan e bi huner û keda destê jinê pêş ketiye û heta îro hatiye, ji bo bêtir zindî û geş bikin, li kargeriya merş û berikan pêş dixin. Li navendê kargeriya merş û berikan 25 jin dixebitin. Merşên ku li kargeriyê tên çêkirin ji bo nav malan, dîwar û deriyan tên bikaranîn. Yek ji mamosteya kargeriya merşan Nazan Baglan diyar kir ku bi sala ye ev çand heye, lê ji ber êdî pir kes çênake ber bi windabûyînê ve diçeê.

'Boyaxên kîmyewî bi kar naynin'

Nazan Baglan got ku boyaxên ku hemû têne çêkirin bi xwe di afirînin û tû boyaxên kîmyewî bikar nînin û wiha got: "Çawa berê merş bi destan dihat çêkirin û tû madeyên kîmyewî nedixistin nav, em jî li vir bi heman çand û rêbazê berdewa dikin. Ji bo ku em reng bidin benên xwe em ji Colemêrgê giya tînin û bi giyayê re di kelînin."

'Emê kevneşopiyê bidin berdewam kirin'

Baglan dest nîşan kir ku her kesê ku merşe çê dikin, wek demên borî de nav li ser wan merşan tê kirin û wiha pê de çû:" Demên borî dayîkên me dema merş û berik çêdikirin nav li wan dikirin. Îro jî em wekî îmze navan li wan dikin. Em naxwazin ev navên wan winda bibin. Merşên ku xilas dibin, em ji nûve çêdikin û difiroşin. Em li dezgeh û saziyan difiroşin. Ji gelek cih û warên cîhanê tên merşên me dikirin. Em ê li vir kevneşopiya dayîkên xwe berdewam bikin û bidin jiyandin."

(era/mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR