DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

'Jiyana min her şer bû' rastî eleqeyek mezin hat

 
12 Ekim
19:57 2016

WAN (DÎHA) - Mihrîcana Fîlman a Axtamara ku li Wanê dest pê kir di roja 6'emîn de berdewam dike. Di mihrîcanê de belgefîlma Sara a bi navê "Jiyana min her şer bû" rastî eleqeyek mezin hat.

Mihrîcana Fîlman a Axtamara ku li Wanê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Sînemaya Rojhilata Navîn ve dest pê kir di roja 6'emîn de berdewam dike. Di mihrîcanê de belgefîlma Sakine Sansız (Sara) a bi navê "Jiyana min her şer bû" rastî eleqeyek mezin hat. Li ser daxwaza zede fîlmê Sara cara duyemîn hat pêşandan û dîsa rastî eleqeyek gelek mezin hat. Fîlma ku behsa qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin dike û têkoşîna Sara ya azadiya jiyê dike rastî eleqeyek mezin hat.

Di çarçoveya mihrîcana fîlman de fîlmê dirêj ê sînemagerê kurd Shawkat Amin Korkî yê bi navê Bîranên Li Ser Kevit Hatî Nivisandin û gelek filmên din hatin pêşandan.
Mihrîcan dê sibê heta 16.00'an berdewam bike.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR