DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Piştî axaftina Serokwezîr li hemberî dolar, TL bû xwelî

 
12 Ekim
15:56 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li Tirkiyeyê trenda dêrandina negatîf û bêqîmetbûyîna TL hîn jî didome. Piştî axaftina Serokwezîr Yildirim a têkildarî 'Pergala Serokatiyê', di navbera 2 saetan de dolar/TL teqlek li xwe xist û ji sedî 0.25 zêde bû.

Axaftina têkildarî "Pergala Serokatiyê" ya Serokwezîr Bînalî Yildirim a ku di civîna Serokên Bajaran ên AKP'ê de, bi awayekî negaftîf bandorek li piyaseyê kir. Piştî axaftina Yildirim Dolar/TL ê ku duh daketibû û vê sibehê di sewiyeya 3.715'an de dihat firotin, di nav 2 saetan teqleke tund li xwe xist û xwe gihand sewiyeya 3.0925'an.

Dolar/TL ê ku beriya axaftina Serokwezîr bi 3.0715'an dihat firotin, saet ji 13.34'an pê ve li piyaseyên bankayan ji sedî 0.25 zêde bû û di sewiyeya 3.925 xwe da der û piştî biryarên Moody'sê careke din TL li hemberî dolarî bê qîmet bû.

Piştî hewldanên derbeya 15'ê Tîrmehê û îlankirina OHAL'ê Dolar/TL bi reqoreke mezin xwe gihandibû sewiyeya 3.0970'yan. Piştî axaftina Serokwezîr Yildirim a îro, sewiyeya Dolar/TL ber bi wê sewiyeya reqorî ve diçe.

(red)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR