DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Dê li dijî santrala Nukleerê heta dawî têkoşîn

 
12 Ekim
11:12 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Derdorparêz û ekolojîstan bertek nîşanî pêşkêşkirina Santrala Nukleerê ya Akkuyu ya Rûsya û lihevkirina Erdogan û Pûtîn dan. Parazvanên derdorê û nûnerên saziyên civakî diyar kirin ku ew dê heta dawî dijî avakirina santrala Nukleerê tebikoşin.

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê di roja Kongreya Enerjiyê ya Cîhanê li hev kom bûn û projeya Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê erê kir û pêşkêşî Rusya kir. Meclîsa Şaredariyê kom bûn û projeya Santrala Nuklerê ya Akkuyu ku mezinbûna wê 1/50 hezar Olçek e erê kir. Projeya Santrala Nukleerê ya Akkuyu ya NGS'ê ji aliyê Şîrketên Rus ve tê avakirin. Nûnerên saziyên civakî yên Mêrsîne bertek nîşanî vê yekê dan.

Komeleya Derdor û Xwezayê ya Mêrsînê (MERÇED) li dijî avakirina santralê kampanya dan destpêkirin û nêzî 30 hezar îmze kom kirin. Endamê MERÇED'ê Semra Kabasakal, bertek nîşani biryara Şaredariyê ya MHP'î da û diyar kir ku Wezîrê Derdorê li ser Akkuyu li hev kiriye û ew dê hesabê vê yekê bipirsin. Kabasakal, anî ziman ku xuya dibe ku AKP û MHP'ê li ser Akkuyu li hev kirine û wezayê dikin qurbana berjewendiyên xwe û ew dê li hemberî vê yekê têbikoşin.

'Gel dê biryarê bide'

Berdevka Platforma Dijberî Nuklerê ya Akkuyu Erkan Demir, jî anî ziman ku MHP û AKP bûne yek û plan erê kiriye. Demir anî ziman ku şaredar û endamên meclîsê ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, lê îro ew li gorî daxwaza gel biryaran nadin û wiha got: "Li gorî anketan gelê Mêrsînê ji sedî 80 li dijî Nukleerê ne. Lê Meclîsê ev plan erê kir û daxwaza gel li ber çavan negir. Em wekî parazvanên derdorê, dê her tem li dijî êrîşên xweza û ekolojiyê têbikoşin."

Seroke Odeya Tabîban a Mêrsînê Ful Uğurhan jî anî ziman ku şaredariyê tenduristiya gelê Mêrsînê li ber çavan negirtiye û ev misyon û rola xwe ya tenduristiyê binpê kiriye. Helwesta şaredariyê durû ye. Ev nayê qebûlkirin. Tê dîtin ku şaredarî rol û misyona xwe ya rastîn pêk nîne. Ev biryara ku hatiye dayîn li dijî tenduristî, derdor û xwezayê ye û pêşeroja mirovahiyê dixe nava talukeyek mezin. Ji ber vê yekê em dê bêtir têbikoşin û dijberiya xwe ya vê yekê li her derê bînin ziman. Em dê heta dawî li dijî vê biryar û planê têbkoşin."

Parêzerê Baroya Mêrsînê Bilgin Yeşîlbogaz jî anî ziman ku roja şaredariyê ev plan erê kir û hatina Pûtîn a Tirkiye ket heman rojê û ev yek bi plan pêk hatiye. Yeşîlbogaz, anî ziman ku endamên meclîsê yên şaerdariyê vîn û daxwaza gel li ber çavan negirtiye û vîna gel binpê kirine û pêşkêşî Rûsyayê kirine. Yeşîlbogaz da zanîn ku dê heta dawî li dijî vê yekê têkoşîna hiqûqî bidin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR