DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Turîzm di krîzê de ye

 
12 Ekim
09:22 2016

ÎZMÎR (DÎHA) – Esnafên Foça ya ku turîstên xwecihê eleqeyeke mizn nîşan didin ji ber şer û OHAL'ê hatine asta îflaskirinê. Esnafan nirxandina "Berê jî di dema Tansu Çîllerê de me heman tişt jiyan kiribî" kirin û tiştên ku diqewimin bi şer re girêdan.

Li Foçayê esnafan diyar kirin ku îsal bikir ji sedî 50 kêm bûne. Li navçeya ku turîstên xwecihî û kesên avahiyên wan ê havînê hene eleqeyeke mezin nîşan didan esnafan evsal yek ji salên xirab nirxandin. Esnafan sedema kêmbûna bikiran wekî hewldana darbeya 15'ê tîrmeyê û şerê li Kurdistanê nîşandan.

'Mirovên me dimirin'

Esnafa bi navê Sevgî Evcîn a ku 59 sal in zêrîngeriyê dike diyar kir ku Tirkiye qet wekî niha di warê aboriyê de neketibû rewşekî xirab û sedema vê yekê jî ew e ku siyasetmedar karên xwe baş nakin. Evcîm bilêv kir ku li Tirkiyeyê şerek heye û wiha berdewam kir: "Mirovên me dimirin. Ev mirov li kû dimirin? Di van şertên Tirkiyeyê de bêguman aborî dê xirab be. Li Enqere, Stenbol û Şirneşê bombe diteqin ma êdî dê çi be."

'Sezonekî herî xirab heta jiyankirin'

Evcîm bilêv kir di pêvajoyên şer de aborî her tim tê asta sekinandinê û wiha got: "Yekj i salên herî xirab dijîm. Berê jî di salên 90'an de dema Tansu Çîllerê de jî wisa bû. Kengî şer be em wê demê îflas dikin."

'Karê me nîvê nîv kêm bû'


Esnafê bi navê Şînasî Ozgur jî destnîşna kir ku li gorî par karên wan nîvî nîv kêm bûye, demên borî dahata wesayîtekî qasî 14 hezar bû lê niha ancax 7 hezar TL kom kirine. Ozgur anî ziman ku pêşeroja siyaset û aboriya Tirkeyeyê nediyar e û wiha berdewam kir: "Balafira şer hate xistin. Li welat şer dest pê kir. Piştre hewldana darbeyê çêbû. Piştre OHAL hat îlankirin. Ji ber van kirîzan ne turîstên xwecihî ne jî yên biyanî hatin. Bi taybetî piştî hewldana darbeyê kar nema."

'OHAL'ê mirov xist fikaran'

Esnafê bi navê Aydin Nîzam jî wiha got: "Karê me piştê hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê û îlankirina OHAL'ê re xira bû. Fikara mirovan teze derbas dibe. Lê havîn jî bi dawî bû me sezon girt."


Sabrî Yuksel ê ku otelê dide xebitandin jî anî ziman ku her roj agahiyên mirinê tên, mirov li şûna pereyên xwe xerc bikin kom dikin. Yuksel destnîşan kir ku mirov fikara ku dê her bê ber deriyê wan dijîn û îsal li şûna betlaneyê mirov li malên xwe man.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR