DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Bîra dîrokî ya Rihayê niha veguheriya çopgehê

 
12 Ekim
09:15 2016

RIHA (DÎHA) – Li navçeya navendî Halîliyeya Rihayê bîra dîrokê Bîra Dêwteştê, terkî çarenûsa xwe hatiye kirin. Bîra ku berê hawirdora wê bi bax û baxçe bûn, niha di nav gumletên betonî de veguheriya sergoyan.

Bîra Dewteştê ya li Taxa Dewteştê ya navçeya Halîliyeyê ye ku nayê zanîn kengî hatiye çêkirin, rewşa ku niha tê de ye ji ser sergoyan jî xerabtir e. Bîra Dewteştê ya ku tê wateya “Teşta ku deve jê avê vedixwin”, bi firehbûna xwe 12, bi kûrahiya xwe jî 10 metre ye. Berî li hawirdora avahî bên çêkirin, hawirdora bîrê ji darhinar, darhejîr û gelek fêkiyên din xalî nedibû. Ji ber ku ava wê paqij bû gel ji bo vexwarinê av jê dikişand û her wiha wek hewzê avjeniyê jî dihat bikaranîn. Piştî hawirdora wê ji bo îmarê hat vekirin, niha derdora bîrê ji çop û gemarê xalî nabe û her wiha dîmenekî nexweş dide der.

Niştecihê taxê Halîl Gonen diyar kir ku Şaredariya Halîliyeyê ya girêdayî şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji ber paqijiya bîra dîrokî Bîra Devteştê nake mirov nikare ji çop û bêhna pîs di nêzî wê re derbas bibe û wiha axivî: “Ji ber vê gemarê û bêhne, tu kes ne rihet e. Her çiqas em gazî şaredariyê dikin jî pir bala xwe nadê. Dema tê jî, tenê bi ser re çop û gemara hawirdora wê paqij dike, lê ya nav ava wê paqij nake.” Onen dest nîşan kir ku, divê şaredarî ava di hundirê bîrê de hemû derxîne, paqij bike û ji nû ve dagire û got, heke ev av neyê paqijkirin dê bibe sedema nexweşînan. Onen behsa rewşa bîrê ya berê kir û wiha got: “Berê dema ava Çemê Firatê hê nedihat, rihayî ji vê bîrê av vedixwarin. Lê niha tu kes lê nanihêre û hewceye ser bîrê bê têlkirin û nixumandin.”

Bûye wargeha nexweşînan

Ji esnafên hawirdorê Îsa Tûztekîn jî dest nîşan kir ku, demekê ev bîr bi ava xwe hawirdora xwe veguherandibû bihuştê, lê niha ji bêhna pîs, mêş û kelmêşan xalî nabe. Tûztekîn anî ziman ku, şaredarî tu eleqeyekê nîşanî bîrê nade û wiha got: “Ji ber paqijiya wê nayê kirin, mêş û bêhna pîs li her derê belav bûye. Ji ber bêhna wê em nikarin li mala xwe rakevin. Divê şaredarî çareseriyê jê re bibîne.

Esnafê bi navê Aslan Nege jî, bang li rayedarên Şaredariya Halîliyeyê kir û wiha got: “Zarok ji ber gemara li hawirdora bîrê nexweş dikevin. Ji ber mêş û kelmêşên li hawirdora wê, kes nikare li ser xaniyan rakeve. Êdî bes e, em bang li şaredariyê dikin bila çareyekê ji vê re bê dîtin. Ev bîr, ev 2 sal e nayê paqijkirin. Her çiqas em bi telefonan li şaredariyê hişyar dikin jî, nayên paqij nakin.”

(mhy-mp/red)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR