DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Polîtîkayên hikûmetê pişta hilberînerên lîmonan jî şikand

 
12 Ekim
09:12 2016

MÊRSÎN (DÎHA) – Lîmona ku her sal hilberîna wê kêm dibe, îsal jî rastî polîtîkaya hikûmetê ya ku disepîne hat.

Li Tirkiyeyê hilberîna lîmonan bi rêje ji sedî 56.1’ê herî zêde li Mêrsînê tê hilberandin. Lîmona ku her sal hilberîna wê kêm dibe, debra îsal jî ne li gor dilê hilberîneran e. Ji ber randiman zaf ketiye, ev ketin sîrayetî buhayên wan jî kiriye û hilberîneran diyar kir ku li gor par, îsal randiman ji sedî 30 ketiye. Her wiha li bazarê kîloya lîmonê di navbera 4-4.50 de ye û bi buhayê heban jî, heba lîmonê bi 1 lîreyî ye. Hat diyarkirin ku ji ber maliyet zêde ye û ji ber îsal baran zêde nebariyaye randimana lîmonê jî kêm bûye û hilberîneran anî ziman ku, hin bazirgan ji bo zêdekirina buha lîmonên li gel xwe stok kirine û ev jî bi awayekî cidî sîrayetî buhayan kiriye.

'Polîtîkayên hikûmetê bandorê li me dikin’

Hilberînerê lîmonan Ahmet Yasîn têkildarî vê rewşê giliyên anîn ziman û diyar kir ku, yên her tim winda dikin ew in, lê yên tim qezenc dikin jî dewlet û bazirgan in û got, hilberîner hel sal winda dike. Yasîn wiha axivî: “Piyaseya hundirîn ji hev ketiye, tu bêjî ya derveyî welat ew jî, ji ber polîtîkayên hikûmetê pertaw bûye. Her kes bûye dijminê me. Ji ber vê em nikarin berên xwe li gor dilê xwe bifiroşin.”

'Erzan dikin, lê buha difiroşin’

Yasîn diyar kir ku, ji ber ew nikarin berên xwe li piyaseya derve teşhîr bikin, li welat mehkûmî bazirganên xwecihî bûne û got, ji xwe bextê wan jî tune ye. Yasîn wiha axivî: “Ji xwe em berên ku bi awayekî sînorkirî hildiberînin, bazirgan wan bi erzanî dikirin û bi buhayekî zêde difiroşin.” Yasîn da zanîn ku, bazirgan lîmonê bi 1.20 TL’yî ji wan dikirin û di navbera 4-4.50 TL’yî de difiroşin û got, ji bo buha bên sererastkirin û li nêvengên tenduristiyane hilberîn pêk bê, divê dewlet bi awayekî zêde piştevaniya wan bike.

'Her sal xwezî bi par’

Hilberîner Mehmet Avgan jî diyar kir ku, ji ber her sal bûhayê mazot, gubre û dermanan zêde dibe, ev pişta hilberîneran dişkîne û dest nîşan kir ku, ji ber îsal baran pir nebariyaye, bandoreke neyînî li cotkaran kiriye. Avgan wiha axivî: “Rewşa me li gor sala çûyî xerabtir e. Em her sal dibêjin xwezî bi par.”

(red)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR