DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Alîgirên Komursporê: Belê em xayînê welat in!

 
11 Ekim
11:38 2016

AMED (DÎHA) - Alîgirên Komursporê ya Zonguldakê yên ji bo musabaqayê hatin Amedê û ji bo vê jî wekî "xayîn" hatin îlankirin, piştre peyama serokê alîgiran a "Belê em xayînên welat in" a li ser çapemeya civakî eleqeyekî mezin dît.

Koma alîgirên Komurspor ê Zonguldakê ya di Lîga 2'yemîn a Koma Spî ya Spor Totoyê de ye ji bo musabaqayê hatin Amedê rastî nerazîbûnan hatin. Li ser vê ji serokên alîgiran ê tribunan Sercan Akar daxuyaniyek da. Akar li ser hesabê xwe yê Facebook peyama "belê em xayînên welat in" parvekir, ev peyama ku Akar parve kir eleqeyeke mezin dît.

Akar di peyama xwe de wiha got: "alîgirên Amedsporê em hembêz kirin. yek bi yek slav dan me û xêr hatin dan. Belê em xayînên welat in. Ez bingeha pirsgirêkan nînim ji ber vê yekê çareserî jî ne ez im. ez kengî bêm Amedê komek alîgirên Amedsporê yên hembezê xwe vekirin min dît. Ji ber vê ez pir kêfxweş im."

Akar bang li dostên xwe yên berê ku ew wekî "xayîn" îlan kirine jî kir û wiha got: "Amed li wir e, ew mirov jî li wir in. Li ser klavyeyê nivîsandin rehet e. Biçin kevir bavêjin, serê wan bişikênin, dikanên wan talan bikin, wesayîtên wan xesp bikin. Me ev nekir ji ber vê yekê bûn xayînê welan, biçin hûn bikin welat xilas bikin. Lê bibîrxistineke biçûk; dema hûn kevir bavêjin wan jî ew ê dîsa jî pişta we mizdin."

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR