DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Wezîrê Enerjiyê dixwaze bi pêşnûmayê baxçeyên zeytûnan tune bike

 
11 Ekim
09:11 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Wezareta Zanistî, Sanayî û Teknolojiyê bi armanca fabriqeyan di nava zeviyên zeytûnan de ava bike amadekariyên "Pêşnûmeya Pakêta Reforma Hilberîneriyê" dike û dixwaze bi zagonan rê li pêş talankirina xwezayê veke. Rençberên zeytûnan bertek nîşanî vê pêşnûmeyê dan û diyar kirin ku ew dê destûr nedin vê pêşnûmayê.

Wezareta Zanistî, Sanayî û Teknolojiyê bi armanca fabriqeyan di nava zeviyên zeytûnan de ava bike u rê li pêş razemeniyên sanayê veke, amadekariyên "Pêşnûmeya Pakêta Reforma Hilberîneriyê" dike. Dixwaze bi vê pêşnûmayê zagonan biguherîne û bi zagonan kras li talankirina xwezayê bike. Wezareta Enerjiyê dixwaze Zagona Zeytûnan a hêjmar 3573 ku di sala 1939'an de li ser parastina rençberan hatiye avakirin ji nûve li gorî berjewendiya karsaz û şîrketan ava bike. Wezaret dixwaze xala 20.an a "Li qadên zeytûnan heta 3 kilometreyan ji bilî fabrîqeyên zeytûnan tu tesis û fabrîqeyên din nayên avakirin" ji nûve saz bike. Dixwaze van qadên zeytûnan ji fabrîqe û tesîsên din re veke. Ev pêşnûme heta niha 6 caran li meclîsa Tirkiye hat redkirin.

Rençberên Zeytûnan bi bertek in

Wezaret bi vê pêşnûmayê dê rê li pêş çandinî û rençberiya zeytûnan bigire û çavkaniya 10 hezar rençberên zeytûnan qut bike.

Rençberên zeytûnan bertek nîşanî vê pêşnûmeyê dan û diyar kirin ku ew dê destûr nedin vê pêşnûmayê.

Rençberê Zeytûna yê li Odemîşê karê zeytûnan dike Servet Ali Çınar, diyar kir ku bi vê pêşnûnayê dê zevî û baxçeyên zeytûnan tune bibe û zeviyên zeytûnan hişk bibin. Çinar, anî ziman ku fabrîqeyên bên avakirin dê zerarek mezin bide bax û zeviyên wan û destûr nadin vê yekê.
Çınar, anî ziman ku di bin van plan û pêşnûmeyan de sermaye û komên şîrketên sanayê hene û dixwazin qadên çandiniyê talan bikin û wêran bikin. Çinar, anî ziman ku dê bi van guhertinên zagonan zeytûnan xelas bikin û hemû rençberên zeytûnan dê li dijî vê pêşnûmayê derkevin.


(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR