DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Esnafê Bazîdê îflas dikin

 
11 Ekim
09:07 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Leşker û polîs kolanên ku çûn û hatina wan pir zêde ne, bi blokên beton girtin. Ji ber ku leşker û polîsan rê bi betonan girt, çûn û hatin kêm bû û esnaf îsyan dikin.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê leşker û polîsan li kolanên herî zêde qelebalix blokên beton danîn û rê girtin. Rêyên ku du şerîdên wan hene, şerîdek ji aliyê leşker û polîsan ve hatin girtin û trafîk li ser şerîdekê pêş dikeve. Ji ber trafîk xetimî û çûn û hatin dijwar bû. Kolana Îsmaîl Beşikçî jî ji aliyê Midûriyeta Polîsan bi Blokên Betonî hatin girtin. Piştî rê hatin girtin û çûn û hatin dijwar bû, esnaf jî nikarin wekî berê mal û berhemên xwe bifiroşin. Esnafên ku rêya se wan hat girtin nikarin kar bikin û êdî ber bi îflasê ve diçin. Kolana Agri a Qereqola Polîsan a Uluyolê liser hatiye avakirin ji ber ku şerîdek wê hat girtin çûn û hatin dijwar bû û esnafên li ser van kolanan diyar kirin ku êdî pêş wan hatiye girtin û betal mane. Welatiyan bertekên xwe anîn ziman û xwestin ev pêkanîn bi dawî bibe.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR