DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Êdî rençber nikarin çotkariyê bikin

 
11 Ekim
09:06 2016

MANÎSA (DÎHA) - Rençberên navçeya Saruhanli ya Manîsayê, diyar kirin ku îsal ji ber şer zerar kirin û hatina wan ji sedî 50 kêm bû. Rençberan, anîn ziman ku îsal zerar kirin û dê nikaribin sala bê çandinî û çotkariyê bikin. Rençberan, destnîşan kir ku lêçûna çandiniyê ji hatina berhem û mahsula wan zêdetir e.

Rençberên ku li Navçeya Saruhanli ya Manîsayê demsala havînê li zeviyên xwe baxçe û bostanên xiyar, petêx, zebeş, garis û firengî çandin, trî kom dikin zerar kirin. Rençberên ku demsala havînê zerar kirin diyar kirin ku wan di vê demsalê de zerar kir û lêçûna wan ji hatina mahsula wan zêdetir bû. Rençberan anîn ziman ku îsal hatina wan ji seadî 50 kêm bû û zerar kirin. Rençberan diyar kirin ku hem mexdûr bûn û hem jî sala pêş dê nikaribin çandiniyê bikin.

'Kîloya tirî duqat erzan bû'

Rençberê rezê tirî Hasan Karaca diyar kir ku sala par ji 80 dolim rez, tirî kom kir û kîloya tirî bi 6.5 TL firot û wiha got: "Lê îsal min kîloya tirî bi 3 TL firot. Ji ber ku îsal me tirî bi erzanî firot hatina tirî, nebû bersîva lêçûna wî û me zerar kir. Ji ber ku me zarar kir me nekarîbû pereyên karkeran jî bidin.

'Şer em mexdûr kirin'

Karaca, anî ziman ku ji ber ew zerar dikin û karkeran bi erzanî dixebitînin, karker jî naxwazin bixebitin û wiha got: "Min li gorî sala par 200 milyon zerar kir. Şer em mexdûr kirin. Gubreyê Potasyum Nitrat qedexe kirine. Ji ber ku em nikarin baxçeyên xwe gubre bikin bereketa wî jî kêm bûye. Sala par min 10 ton trî kom kir, îsal min 5 ton trî kom kir. Hem berekat wî kêm bû û hem jî em gubre buha distînin. Gubreyê ku berê me bi 30 TL dikîrî îsal em bi 70-100 TL dikirin.

Karaca, anî ziman ku piştî em mahsula xwe û fekiyên xwe difiroşin, em bi pereyên berhemên zeviyan deynê xwe didin û wiha berdewam kir: "Buhayê mazotê ji 3 TL'yan derket 4,20 TL'yan. Li vî welatî kaosê dest pê kiriye. Heta ku ev şer xelas nebe ev kaos jî xelas nabe.

'Îsot nayên firotin'

Rençberê îsotan Ramazan Akat jî anî ziman ku îsal ji serî 50 zerar kir û wiha got: "Sala par min kîloya garis bi 74 krş firot. Lê îsal min bi 50 krş girot. Sala par îsot pir dihatin firotin. Min kîloya îsotan bi 1.5 TL difirot. Lê îsal Kîloya îsotan min bi 50 krş firot. Em nikarin heqê îlac, mazot û karkeran bidin.


Akat, anî ziman ku ji ber şerê di navbera Dewletê û Cemaeta Gulen de ew zerar dikin û sala pêş nikarin çandiniyê bikin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR