DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Merasima cenaze bombe kir û 140 kes kuştin

9 Ekim
12:36 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Paytext Sana yê Yemenê balafirên şer merasima cenaze bombe kir û herî kêm 140 kes qetil kirin û 500 kes birîndar kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di merasima cenazeyê rayedarekî wezareta karên hundir de balafirên şer bombe kir û herî kêm 140 kes qetil kir. Rayedarên Husiyan diyar kirin ku berpirsiyarê êrîşê dewleta Suudî Arabistan e. Şêniyên Sana diyar kirin ku yekem car balafirên şer girse kirin hedefa xwe û bombe barandin. Çavkaniyan dan zanîn ku balafirên şer du caran li ser hev girseya merasimê bombe kir û hêjmara kuştiyan û birîndaran tam ne zelal e. Dewleta Îranê jî êrîşa li dijî Husiyan wekî êrîşek hovane bi nav kir. Rayedarên Îranê ji daxuyanî da û anî ziman ku dê piştgiriya DYA'ê ya dane Suudi Arabistanê ji nûve di ber çavan re derbas bikin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR