DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Ji ber nêçirê, buhayê masiyan ketiye!

 
9 Ekim
09:05 2016

ÎZMÎR (DÎHA) – Masîvanan diyar kir ku piştî qedexeya nêçira masiyan rabû, buhayê masiyan û firotina wan kêm bûye û li dijî vê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li bazara masiyan a li Sûka Kemeraltiya Îzmîrê, li gel buhayê masiyan kêm bûye jî, masîvan diyar dikin ku li sûkê pir masî nayên firotin û ji ber vê nerazîbûnên xwe nîşan dan.


Ethem Aydinlik ê ku ev 25 sal e li Bazara Masiyan masîvaniyê dike diyar kir ku, masî bi buhayekî maqûl tên firotin, lê belê wek berê welatî eleqeyê nîşanî dezgehên masiyan nakin. Aydinlik sedema westana firotina masiyan bi qelsbûyîna hêza kirînê ya welatiyan ve girêda de û anî ziman ku ji bilî masiyên wek hemsî masîwurk, çînekop ên ku xîtabî butceyên kêmar dikin xweşikî tu masî nayên firotin. Aydinlik got ku, piştî qedexeya nêçira masiyan rabûye, buhayê palamûtan ji 6 lîreyî daketiya 4 lîreyan, yê hemsiyan ji 5 lîreyan daketiye 3 lîreyan. Aydinlik da zanîn ku, ji Behra Egeyê masiyên wek mircan, mezgît, kalamar û hwd. tên derxistin û ji ber îxracat û nêçira wan î qedexe buhayên wan zêde bûne.

Masîvan Kemal Altindag jî got, karmend û çîna navîn herî zêde masiyan tercîh dikin û anî ziman ku, ji ber masî ji bo tenduristiyê baş e wek alternatîfa goştê sor e tê dîtin. Altindag diyar kir ku, Îzmîr ji Stenbolê kêmtir masiyan dixwe û got, divê tekneyên masiyan ên li Emînonuyê li perava kordonê jî hebin. Altindag ê ku got di masî de Vîtamîna K’yê zêde ye, dest nîşan kir ku divê herî kêm mirov heftê carekê masiyan bixwe.

(red)





Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR