DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Li girê bê parêzvan ma, nêçirvanên defîneyan wî dikolin!

 
8 Ekim
09:12 2016

WAN (DÎHA)- Li Wanê girê dîrokî yê ji serdema Ûrartûyan mayî, piştî arkeologên di bin banê Wezareta Turîzm û Çandê de navber dan xebatên xwe, gir bê parêzvan hiştin û çûn. Piştî vê nêçirvanên defîneyan ketin dewrê û dest bi kolandina gir kirin.

Li Wanê girê dîrokî yê li hemberî Keleha Wanê ye û ji serdema Ûrartiyan maye, piştî karên kolandinê yên arkeolojîk bêyî parêzvan hat hiştin. Di çarçoveya xebatên kolandinê yên di bin banê Wezareta Turîzm û Çandê de heta niha ji vî girî bi sedan berhemên dîrokî hatine derxistin. Piştî xebatên kolandinê yên bi salan, niha gir veguheriye sergo û çopgehê. Xebatên kolandinê yên beriya niha 6 salan hatibûn destpêkirin, dem dem ji bo kolandinê navber dihat dayîn, lê dîsa dihat kolandin.

Hat dîtin ku ji bo gir tu lewhayeke hişyarkirinê nehatiye çikandin û her wiha hawirdora wî jî bi tu awayî nehatiye parastin. Dîsa heywanên li hawirdorê bi rihetî li ser gir digerin û xesarê didin berhemên dîrokî. Li girê ku ji çopê xalî nabe, koncalên li ser jî bûne cihawarê kesên tiryakê. Li ser gir bermayiyên esrar, bîra û vîskiyê hîn jî hene.

Potê zirav ê ji bo parastinê li ser gir hatiye vekirin jî, ji aliyê heywan û kesên tiryakê bi kar tînin hatiye qetandin.

Niha jî nêçirvanên defîneyan dest bi xebatên kolandinê kirine!

Arkeologên ku di bin banê Gerînendetiya Turîzm û Çandê de dixebitin ev demeke dirêj e navber dane xebatên xwe. Lê hat diyarkirin ku dema nêçirvanên defîneyan ên ku girê dîrokî yê bi hezaran berhemên dîrokî tê de hene bê parêzvan dîtin, çav berdane gir û bi şev dem bi dem diçin ser gir û dest kolandinê dikin. Welatiyên li hawirdorê jî gotin, nêçirvanên defîneyan gelek berhemên dîrokî ji gir derxistine.

Piştî gir bê parêzvan hat hiştin, ji derî meqseda xwe tê bikaranîn.

Têkildarî mijarê em bi rêya telefonê bi Gerînendeyê Çand, Turîzm û Muzeyan Erol Ûslû re axivîn. Ûslû qebûl kir ku gir bê parêzvan hatiye hiştin û wiha îdia kir: “Di 21’ê vê mehê de îhaleyeke me heye û ev îhale ji bo parastina kelehê û hawirdora wê ye. Dê careke din dîmenên bi vî awayî xwe nedin der.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR