DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Şaredariya AKP’î Girava Axdamarê kiriye sergo

 
6 Ekim
09:15 2016

WAN (DÎHA)- Derket holê ku Şaredariya AKP’î ya Gevaşê, qada li peravên Gola Wanê 15 sal in wek qada çop û gemarê bi kar tîne. Ev sergo û çopgeh li gel dîmeneke xerab, ji bo tenduristiya giyaneweran jî talûkeyê dide der.

Şaredariya AKP’ê ya Westanê (Gevaş) ku tim bi nelirêtî û texrîbata xwe yî ekolojiyê di rojevê de ye, derket holê ku ev 15 sal e herêma Keretaşê ya li hemberî Girava Axdamara dîrokî û turistîk cih digire, wek sergo û çopgehê bi kar tîne. Qada çopê ya ku 200 metre dûrî Gola Wanê ye, ji bo tenduristiya giyaneweran talûkeyeke cidî dide der. Her wiha rayedarên şaredariyên yên ku berê çend caran gotibûn em ê Pergala Depokirina Bermayiyan çêbikin jî, li hemberî vê rewşê xwe li bêdengiyê danîne.

Hawirdora Girava Axdamarê ji gemarê xalî nabe!

Qada çopê ya tam li hemberî Girava Axdamara ku her sal ji aliyê bi hezaran turîstî ve serdana wê tê kirin cih digire, 24 saetan çopên lê tên şewitandin. Qada çopê ya ku hema bêje ji kîlometreyekê bêhna wê tê, li gel vê bêhnê dîmeneke xerab jî dide der û ji bo giyanewerên li hawirdorê talûkeyekê dide der. Her wiha çopên ku tên şewitandin jî, dibin sedema qirêjiya hewayî.


Li qadê çop, ji hêla heywanên li kuçeyan tên tevlîhevkirin û dema ba hêl dibe, ev çop bi kîlometreyan li hawirdorê belav dibin. Çopên ku belawela dibin, di heman demê de Gola Wanê jî qirêj dikin.

‘Şaredarî sozê xwe bi cih neanî’

Aktivîstê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Fatîh Şahîn, diyar kir ku ew sala çûyîn têkildarî qada ku wek çopgehê tê bikaranîn bi rayedarên şaredariyê re hevdîtin pêk anîne û wiha got, “Sala çûyî jî me Şaredariya Westanê di vî warî de hişyar kir. Rayedarên Şaredariyê boyî me gotin, ‘Em ê Pergala Depokirina Bermayîyan ava bikin û di demeke kurt de dê ev dîmena kirêt ji holê bê rakirin.’ Lê heman pirsgirêk îsal jî berdewam e. Yanî aşredarî sozê ku da me, bi cih neanî. Ev der yek ji xweştirîn qadên Wanê ye. Li hemberî wê Girava Axdamarayê ya dîrokî heye û ev dîmena kirêt, dîmena giravê jî tarûmar dike. Wê herêmê, cihê herî xweş hîn jî qirêjî dikin.”

‘Jiyana giyaneweran tê qetilkirin’

Şahîn diyar kir ku, çop ji bo navendên veguherînê nayên berhevkirin û her wiha ji aliyê xebatkarên aşredariyê tên şewitandin û bi vî awayî jiyana giyanewaraên qetil dikin. Şahîn wiha axivî: “Ba ev çopên han, li her derî belav dikin û dîmeneke kirêt dertê holê. Diviya bû bo navendên veguherînê bihatanan şandin, lê şaredarî vê nake û wan dişewitîne. Şewitandina van çopan jî, bi xwe re oksîtbûyînê tînie. Bi vê re habîtata giyaneweran jî xesarê dibîne. Xesarê dide hemû giyanewerên oksîjenê distînin. Her wiha di dema baran û berfê de jî, ev çop tevlî avê dibin û bi vî awayî jî qada talûkeyê berfirehtir dibe.”

Gerînendeyê Karên Paqijiyê mikur hat

Têkildarî mijarê, bi rêya telefonê em li Gerînendeyê Karên Paqijiyê yê Şaredariya Westanê Munîr Oduk geriyan. Oduk rijandina çopê ya li vê qadê qebûl kir û wiha mikur hat, “Ev saleke ez hatime ser vî karî. Em girîngiya wê herêmê dizanin, lê tu qadeke me yî ku em çopa xwe lê vala bikin tune ye. Walîtî jî çend caran em hişyar kirin û ceza birîbû, lê em dereke din jî nabînin. Em dizanin ku xesarê dide hawirdorê jî. Têkildarî vê hevdîtinên me yî bi Serokatiya Hawirdor û bajarvaniyê û Şaredariya Bajarê Mezin re hene, em ê di demeke kurt de çareseriyekê bibînin. Lê hayê min jê tune ku xebatkarên me çopan dişewitînin.”

Her wiha heman şaredarî, berê jî serdemekê bi hinceta “mesrefa kêm” peravên Gola Wanê wek qada çopê bi kar anî bû.

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR