DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Meclîsa Şaredariyê ligel qeyûm civiya

 
4 Ekim
13:52 2016

WAN (DÎHA) - Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê ya qeyûm hatibû tayînkirin civîna xwe ya mehane bi gel re li dar xist.

Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê ya qeyûm hatibû tayînkirin civîna xwe ya mehane bi gel re li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin li dar xist. Hevşaredar, endamên meclîsa şeradiyê, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Hevşaredarê Rêya Armûşê Veysel Keser di civînê de axivî û diyar kir ku ew ê qeyûm nas nekir û bi gel re xebatên xwe bidomînin.

'Qeyûm nûnerê ferasete yekperest e'

Keser anî ziman ku qeyûm nûnerê feraseta yekperest e û wiha axivî: "Şaredarî wekî ku kirine qereqola polîsan. Ancax bi wesayîtên zirxî dikarin bikevin şaredariya me ya ku xesp kirine. Di dîrokê de xizmeta herî baş şaredariyên DBP'î dane ev zelal e. Em ligel hemû astengiyan xizmetê bidin gelê xwe."

Piştre endama meclîsa şaredariyê Şehzade Kurt axivî û anî ziman ku qeyûm li dijî îradeya gel darbe ye, AKP a ku nekarî bi hilbijartinê şaredariyan bi dest bixe bi qeyûman ve desteser kir, heke îro dîsa hilbijartin pêk bê dê gel bersiva pêwist bide.

Piştî axaftinan pêşniyarên welatiyan hat girtin û têkîldarî xebatên ku dê bên kirin nîqaş hati kirin.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR