DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Jin bo mafê xwe yê kurtajê dadikevin qadan

 
2 Ekim
15:36 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Polonyayê, ji bo mafên kurtajê jin sibê dest bi greva giştî dikin.

Li Polonyayê jin, tenê ne ji bo dema rewşa pitika wan di xetereyê û di dema tecawuzê de, ji bo di her şert û mercî de karibin mafên xwe yî kurtajê bi kar bînin çalakiyên xwe didomînin. Têkildarî vê, dê sibê dest bi greva giştî bikin. Greva ku tê payîn dê li 60 bajarî xwe bide der, tê gotin ku dê jiyana civakî û aboriyî bi her awayî rawestîne. Her wiha hin karsaz û firma jî, ji bo piştgiriya çalakiyê dê sibê derabeyên xwe venekin. Kesên ku dê beşdarî çalakiyê nebin jî, dê wê rojê reş li xwe bikin û li civaka medyayî têkildarî çalakiyê timî parvekirinan bikin.

(red/mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR