DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Xwendekar dê pişta xwe ji polîtîkayên AKP'ê bizivirînin

 
27 Eylül
09:20 2016

STENBOL (DîHA) - Endamên DEV-LÎS'ê diyar kirin ku li dibistanan propaganda AKP û DAÎŞ'ê tê kirin û dê li dijî van polîtîkayên AKP'ê kampanya "Pişta xwe bizivirîne" dest pê bikin.

Di serdema perwerdehiya sala nû de Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), ferman da ku li hemû dibistanan merasima "15'ê Tîrmehê serkeftina demokrasiyê û Biranîna şehîdan" bê lidarxistin. Piştî vê fermanê buroşurê ku hewldana darbeyê vedibêje li xwendekan hatin belavkirin. Xwendekarên Lîse yên Şoreşer bertek nîşanî van polîtîkayên AKP'ê dan û diyar kirin ku we dê pişta xwe bidin polîtîkayên propaganda AKP'ê.

Endamê DEV-LÎS'ê Ali Ekber Ozturk (18), diyar kir ku di broşurên li dibistanan tê belavkirin propaganda serokdewletiyê tê kirin û wan li ser navê demokrasiyê heta niha tu "qehremanî" nedîtiye. Ozturk, anî ziman ku AKP propaganda xwe dike, lê ew destûr nadin kes li dibistanan propaganda xwe bike û wiha got: "Em weki
DEV-LİS'e 45 salin perwerdehiya bê pere, bi zimanê zikmakî û zanistî diparêzin."


'Em dê di 3-7'ê Cotmehê de şahiyên xwe pêk bînin'

Endamê DEV-LİS'ê Îlker Karaçay (15) jî ani ziman ku ew broşar. pankart û dawîzan qebûl nakin û wiha got: "Em dê daxwaza xwe ya demokrasiyê di hefteya "Lîseya Azad û Demokratîk" a 3-7'ê Cotmehê de pêk bînin. Em dê kampanya "Pişta xwe bide propaganda AKP'ê" pêk bînin.

Karaçay, anî ziman ku li dibistanan propaganda AKP û DAİŞ'ê tê kirin û ew destûr nadin vê yekê.

Endamê DEV-LİS'ê yê 17 salî Can Akkaya jî anî ziman ku ew dê li dijî vê kampanya AKP'ê di ber xwe bidin û polîtîkayên "Ez dimirim Tirkiyem" di ber xwe bidin û mafên xwe biparêzin.

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR