DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ciwan

Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Edeneyê hat îlankirin

 
25 Eylül
14:18 2016

EDENE (DÎHA) - Ciwanên HDP'ê ya Edeneyê avakirina meclîsa xwe îlan kir.

Ciwanên HDP'ê ya Edeneyê avakirina meclîsa xwe îlan kir. Ciwanan li Salona Navenda Çanda Seyhanê bi siloganan "Em xwe bi meclîsan bi rêxistin dikin, bi berxwedanê em azad dibin" konferans pêk anî û piştî konferansê meclîsa xwe îlan kirin. Li salona Konferansê pankartên "Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî bi ser bikevin" û "Bi ciwanen rexistinbuyi ber bi peseroje azad" vekirin. Di konferansê de rêz hat girtin. Endama Meclîsa HDP'ê Yekta Erpolat, diyar kir ku ew konferansa xwe diyarî endamê Meclisa HDP'ê Firat Yaman dikin û wiha got: "Em wekî ciwan ji bo bibin bersîva pêvajoyê û bêtir xwe bi rexistin bikin em pêdiviyê ji meclîsê dibînin. Di vê çarçoveyê de me meclîsa ciwanan a Edeneyê ava kir. Em dê li her bajar û navçeyê meclîsa ciwanên HDP'ê ava bikin. Em dê meclîsên ciwanan ên heyî jî xurt bikin. Em wekî ciwanên HDP'ê dê l her derê rêxistina xwe xurt bikin. Em dê têkoşina xwe xurt bikin."

Piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşandan. Di konferansê de silogana "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Edeneyê hat îlankirin. Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR